Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide 2024-01-04 09:07:52   BEDLÎS - Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan diyar kir ku desthilat li Bedlîsê ku di hilbijartinan de bi ser nakeve dest bi binçavkirin û girtinan kiriye û got ku gel dê di hilbijartinên xwecihî de bersiveke tund bide.   AKP ya ku di hilbijartinên giştî û serokkomariyê yên 14’ê Gulana 2023’an de encamên dixwest bi dest nexist, zextên xwe yên li bajarên Kurdistanê zêde kirin. AKP ku li Bedlîsê ji sedî 37'ê dengan wergirtibû û tenê parlementerek şandibû meclisê, di hilbijartina serokkomariyê de jî ji sedî 46'ê dengan stendibû. Li navçeya Xîzanê ku bûye hedefa polîtîkayên şer ên desthilatê, piştî hilbijartinê operasyonên leşkerî, binçavkirin û girtin dîsa dest pê kirin. Piştî hilbijartinan bi demeke kurt, di 2’ê Tîrmehê de, li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li Tetwanê jî gundê Peyîndas ku di 10’ê Tebaxê de ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibû dorpêçkirin, qedexeya fiîlî hat sepandin. Di operasyonên li her du gundan hatin kirin de gelek kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin û ji wan 5 kes hatin girtin.   Di 28'ê Mijdarê de li navenda Bedlîs, navçeyên wê Xîzan û Tetwanê di serdegirtina malan de zarok û jin jî di nav de 110 kes bi hinceta îfadeyên şahidên eşkere hatin binçavkirin. 50 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "alîkariya bi rêxistinê re kirine" û "ji bo rêxistinê peydekirina aboriyê" hatin girtin.   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bedlîsê Huseyîn Olan diyar kir ku sedema bingehîn a operasyonên qirkirina siyasî, tolhildana hilbijartina 2023'yan e.    BERTEKA ERDOGAN 'ÇIMA ME WINDA KIR'   Olan anî ziman ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de li bajêr û gelek navçeyên wê desthilatê deng winda kiriye û got ku desthilat ji ber ku vê yekê hezm nekiriye li bajêr dest bi operasyonên qirkirina siyasî kiriye. Olan bilêv kir ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di civîna partiya xwe de bertek nîşan daye û gotiye "Çima li Bedlîsê em nikarin bibin partiya yekemîn" û wiha got: "Ji ber ku li bajêr nebûn partiya yekemîn, di destpêka Tîrmehê de li ser bajêr polîtîkaya çewisandinê pêş xistin. Li herêma Nêzarê Azê ya navçeya Xîzanê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Di dema qedexeya derketina derve de li herêmê texrîbatek mezin çêkirin. Qaşo di nav baxçeyekî 3-4 km dirêj de rê vekirin. Cihê ku digotin 'me rê vekiriye' ew cih bû ku gundiyan nok, sêv û zebze û fêkiyên cur bi cur lê diçandin. Dar hatin qirkirin, cihokên avê hatin texrîbkirin û ji ber vê yekê berhemên gundiyan hişk bûn."   ZIRAR DAN XWEZAYA GUND, GUNDÎ ÎŞKENCE KIRIN   Olan destnîşan kir ku gundî piştî wêrankirina xwezayê çûne Qeymeqamtiya Xîzanê û qeymeqam ji wan re gotiye, "Em ê hemû zirara we bidin", lê belê heta niha bi tu awayî zirara gundiyan nehatiye dayîn. Olan ev tişt gotin: “Der barê vê texrîbata keyfî de ne tazmînat, ne daxwazname û ne jî tu gav ji aliyê rayedarên dewletê ve nehatine avêtin. Piştî qedexeyên derketina derve, qedexeya keyfî ya fiîlî li herêmê nêzî du mehan berdewam kir. Bêyî texrîbata li vî gundî ji holê bê rakirin yekser li dijî gundê Peyîndasê çalakiyek hat lidarxistin. Li vir jî gundî zirar dîtin. Qedexeya derketina derve hat îlankirin, çûna zozanan hat astengkirin û nehiştin gundê nexweşên xwe bibin nexweşxaneyê jî. Gundî rastî îşkence, lêdanê hatin û bi îşkenceyê hatin binçavkirin."   AWAYEKÎ DIN A POLÎTÎKAYÊN SALÊN 90'Î   Olan diyar kir ku li gel van zextan li tevahiya bajêr operasyonên qirkirina siyasî hatine kirin û got: “Pêwîst e ev operasyonên ku di wan de 50 welatiyên me hatin girtin rast bên xwendin. Desthilatê rasterast tol ji Bedlîsê hilda. Bi vî rengî dixwazin pêşî li ber sewalkariya dundiyan bö gırtın û peyama 'Binêrin ger hûn biçin zozanan û heywanan xwedî bikin em ê we bigirin' bidin gundiyan. Li holê delîleke cidî tune ye û di dosyeyan de biryara nepenîtiyê heye. Ev polîtîka guhertoyeke din a polîtîkayên salên 90’î ye. Di salên 90'î de dewletê bi darê zorê gund şewitandin, hilweşandin û vala kirin. Niha jî bi awayekî taktîkî tevdigere û şert û mercên jiyana li gundan ji holê radike."   ‘DIXWAZIN WÊ JI MIROVAN XALÎ BIKIN'   Olan anî ziman ku dewlet hewl dide gundan ji mirovan xalî bike û atmosfera ku desthilatê afirandiye wekî "tolhildanê" bi nav kir. Olan wiha berdewam kir: “Bedlîs ew bajar e ku dewletê ji berê de li ser disekine. Siyasetek pir cidî tê meşandin. Ji gel tê xwestin bîadî desthilatê bike. Di hilbijartinên xwecihî yên sala 2014’an de wekî partî me li bajêr serkeftinên cidî bi dest xistin. Piştî wê serketinê, bi hincetên cuda, dest bi tayînkirina qeyûman hat kirin. Bi desteserkirina destkeftiyên me xwestin me bitirsînin. Her çi qas dewlet li ser bajêr siyaseteke cuda bimeşîne jî, lê Bedlîs di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e û serî li ber polîtîkayên desthilatê natewîne. Bedlîs ew bajar e ku ji dîrokê ve li dijî zilm, zordarî, polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê yên pergalê li ber xwe dide.”   ‘GEL DÊ BERSIVA VAN POLÎTÎKAYAN BIDE'   Olan diyar kir ku gelê Bedlîsê dê di vê hilbijartinê de mîsyona xwe ya kurdewariyê nîşanî desthilatê bide û got: “Gel wê di vê heyamê de bi ruhê xwerêveberiyê bajarê xwe biparêze û şaredariyên xwe bi dest bixe. Gel wê hem li ser sindoqan bersiveke tund bide hem desthilatê, hem jî qeyûman û hem jî hemû polîtîkayên ku dewletê di sala 2023’yan de li bajêr meşandin. Em bi gelê xwe û têkoşîna xwe bawer in. Bajar bi bajar, tax bi tax, kolan bi kolan em ê hevdîtinê bi gelê xwe re bikin. Em ê careke din navçe û bajarên xwe bi hev re bi rê ve bibin."   MA / Rûken Polat