Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin 2024-01-04 09:01:16   MÊRDÎN/AMED - Cenazeyên Ozgur Ay û Îslam Olçay ku di êrişa hewayî ya li dijî Çiyayê Bagokê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Amed û Nisêbînê hatin definkirin.    Di 27’ê kanûnê de li herêmên çoltarê Çiyayê Bagokê yên Elin, Bahminin, Fisqîn, Mişawil, Gelîyê Sor, Efşê, Qudbê, Yol û Şekrîn ên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrişa hewayî hate kirin. Hat zanîn ku di êrişê de endamên HPG’ê Ozgur Ay û Îslam Olçay jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku testên DNA’yê hevgirtîn, cenazeyên endamên HPG’ê radestî malbatên wan hatin kirin.    CENAZE HATIN TESLÎMKIRIN   Cenazeyên ku li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê dihatin ragirtin, di saetên dereng ên şevê de radestî malbatên wan hatin kirin. Malbata Olçay, ji bo definkirinê ber bi Amedê ve bi rê ket.    HATE OXIRKIRIN    Cenazeyê Ozgur Ay jî ji hêla xizmên wî ve hate girtin û birin Nisêbînê. Cenaze, di bin dorpêça polîsan de birin Goristana Mohrîsê. Polîsan destûr nedan ku ji bilî endamên malbatê tu kes tev li merasîma oxirkirinê bibe. Cenazeyê Bal, hate oxirkirin.    LI NEXWEŞXANEYÊ CENAZEYEK HEYE    Hat zanîn ku cenazeyek din ê ku ji ber miameleya lê hatiye kirin nayê naskirin jî li morga nexweşxaneyê tê sekinandin. Wezareta Karên Hundir ragihandibû ku cenazeyê li nexweşxaneyê yê Lokman Muhammed ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.    CENAZEYÊ OLÇAY LI GUNDÊ WÎ HATE DEFINKIRIN    Cenazeyê endamê HPG’ê Olçay jî anîn gundê Mermerê. Dema cenaze anîn gund, ketina gund û derdora goristanê ji hêla leşkeran ve hate dorpêçkirin. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund, cenazeyê Olçay di nîvşevê de bi girseyî hate definkirin.