Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin 2024-01-04 12:16:59   RIHA - Girtî Selamî Çîftçî ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan name şandibû û rêveberiya girtîgehê bi hinceta “fikaredar e” desteser kiribû. Dadgeriya Înfazê ev biryar betal kir û biryar da ku name ji Îmraliyê re bê şandin.    Girtiyê bi navê Selamî Çîftçî ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a Rihayê tê ragirtin, di 18’ê kanûna 2023’yan de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in agahî jê nayên girtin, name şandibû. Lê Lijneya Îdare û Çavdêriyê dest danîbû ser nameya Çîftçî. Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê bi îdiaya “fikaredar e”, name neşandibû û biryar da ku bê muhefezekirin. Li ser vê yekê Çîftçî li Dadgeriya Înfazê ya Rihayê îtîraz kir. Dadgeriyê jî ev daxwaz nirxand, îtîraz qebûl kir, biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê red kir, beşên ku weke “fikaredar e” hatine diyarkirin xêz kir û biryar da ku name ji Îmraliyê re bê şandin.    Nameya ku Çîftçî bi kurdî ji Abdullah Ocalan re nivîandiye, piştre jî ji Girtîgeha Îmraliyê re hate şandin.