Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn' 2024-01-04 12:52:04   RIHA -  Endamê YRK’ê Sadiq Şêx Ehmed di encama êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dabû û ev agahî di 24’ê kanûnê de hatibû parvekirin. Medyaya îktîdarê ev agahiye jî weke “nûçeya lezgîn"ragihand.    Di medyaya îktîdara AKP'ê de hat gotin ku MÎT'ê li bajarê Silêmaniyeya Herêma Federe ya Kurdistanê operasyoneke noqteyê li dar xistiye û di operasyonê de endamê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Sadiq Şêx Ehmed jiyana xwe ji dest daye. Heman çavkaniyê îdia kir ku Ehmed ji bo çalakiyê bike, di nava haziriyan de bû.    Hatibû ragihandin ku Şêx Ehmed, di êrişeke hewayî ya 3’yê kanûnê de li herêma Pêncwînê de jiyana xwe ji dest dabû. Ev agahî di medyaya hawizê de weke "Nûçeya lezgîn" hate parvekirin.    Di nûçeyeke Ajansa Nûçeya a Firatê (ANF) ya 24’ê kanûna 2023’yan hatibû parvekirin ku di êrişeke hewayî de tevî Şêx Ehmed, Fermandara Hêzên Parastinê yên Jin (HPJ) Zeyneb Êwerî (Aryen Arê) jî jiyana xwe ji dest daye. Di heman rojê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kona şînê hatibû vedan.    Di 10 rojên dawî de bi navê ‘operasyona MÎT’ê ya deqeya dawî’ gelek nûçeyên derew di medyaya alîgir de hatin parvekirin.    NÛÇEYÊN DEREW ZÊDE BÛN   Medyaya îktîdarê herî dawî jî ji bo endamê HPG'ê Erdînç Balcal ku di 10 adara 2023’yan de jiyana xwe ji dest dabû û di 15’ê kanûnê de hatibû parvekirin; di 25'ê kanûnê de ji hêla medyaya alîgir weke “Nûçeya lezgîn" hate parvekirin. Herwiha Mehmet Şefa yê HPG’î ku 2 sal bere jiyana xwe ji dest dabû ji hêla medyaya hawizê ve di 26’ê kanûnê de, Abdulmutalîp Dogrûcû yê di 10’ê adara 2023’yan de jiyana xwe ji dest dabû jî di 2’yê çileyê de weke deqeya dawî hatibûn parvekirin.