Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da 2024-01-04 13:03:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî biryara AYM’ê ya derheqê Can Atalay de wiha got: “Biryara hukmê teqezbûyî ya Dadgeha Bilind heye. Ev hukmê teqez jî di rojeva TBMM’ê de ye.”    Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay biryara binpêkirinê dabû. Daîreya 3’yan a Dadgeha Bilind careke din biryara AYM’ê nas nekir. Dadgeha Bilind ji bo biryara binpêkirinê got “nirxekî wê yê hiqûqî nîne” û biryar da ku bi biryara AYM’ê neyê kirin.    Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Biryara hukmê teqezbûyî ya Dadgeha Bilind heye. Ev hukmê teqez jî di rojeva TBMM’ê de ye. Em ê bi hev re pêvajoya pêş bibînin.”