Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan 2024-01-04 13:11:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên îranî têkildarî êrişa di merasîma bîranîna Qasim Silêmanî de hatine kirin dan. Hamasê jî di daxuyaniya xwe de ji êrişê Îsraîl berpirsyar dît.    Fermandarê Hêzên Qudsê yê Artêşa Muhafizên Şoreşa Îslamî Korgeneral Qasim Silêmanî di 3’yê çileya 2020’an de li Bexdayê hate kuştin. Di salvegera kuştina Silêmanî de li bajarê Kirman ê Îranê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di dema merasîmê de êrişên bombeyî hatin kirin û herî kêm 103 kesan jiyana xwe ji dest dan. Lê piştre ev hejmar weke 95 hate ragihandin.    WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR: DIBE KU HEJMARA MIRIYAN ZÊDETIR BIBE    Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Ahmet Vahîdî çû serdana birîndaran û daxuyanî da. Vahîdî, got ku 95 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji 220 birîndaran gelemperî jê piştî tedawiyê ji nexweşxaneyan derketine. Vahîdî, da zanîn ku rewşa hinek birîndaran giran e û dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.    ‘DIVÊ HEMÛ FAÎL Û RÊVEBERÊN BÛYERÊ JI XEZEBA GELÊ ÎRANÊ BITIRSIN’    Bi domdarî Vahîdî got ku têkildarî êrişê xebatên hêzên ewlehiyê didomin û ev tişt anî ziman: “Dê faîlên vê çalakiya terorê, di demekî herî kin de bersiveke xurt û tund bigirin. Tevahiya faîlên vê bûyerê û rêberên wan divê ji xezeba miletê Îranê bitirsin.”    HAMANEY: DÊ BEDELA WÊ GELEK GIRAN BE    Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Hamaney jî peyamek parve kir û got ku dê tehemûla leşkerên peyrewên Silêmanî tehemûla vê êrişê nekin. Hamaney got ku dê faîl bibin hedefa zext û cezayan û destnîşan kir ku dê bedela vê êrişê giran be.    GELEK WELATAN PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ WEŞANDIN    Ji Qeterê heta Umman, Rûsya, Venezuela, Irak, Sûriye, Yemen, Kuba û Almanyayê, gelek welatan têkildarî êrişê peyam parve kirin û sersaxî xwestin. Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.    DYA: EM DAXILÎ ÊRIŞÊ NEBÛN   Berdevkê Wezareta Karên Derve yê DYA’yê Miller jî têkildarî êrişan duh daxuyanî da û got ku DYA bi tu awayî tev li vê êrişê nebûye.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî li ser telefonê bi Serokwezîrê Îranê Seyyîd Îbrahîm Reîsî re hevdîtin kir.    HAMAS’Ê DAXUYANÎ DA   Hamasê jî têkildarî êrişê şevê din daxuyaniyek da. Hamasê, êriş şermezar kir û îdia kir ku her cureyên êrişên bi vî rengî xizmetê ji planên veşarî yên Îsraîlê re dikin.