Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin 2024-01-04 13:21:50   STENBOL - Doza ku gerînendeyên giştî yên weşanê yên Ozgur Gundemê, midûrê ji karên nivîsan berpirsyar û siyasetmedar Hatîp Dîcle tê de dihatin darizandin hate taloqkirin.    Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin û derheqê Gerînendeyên Giştî yên Weşanê yên rojnameyê Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midûrê ji Karên Nivîsan Berpirsyar Înan Kizilkaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle de doz hatibû vekirin. 26’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Çar kesên ku bi îdiayên “hikûmet, saziyên darazê û teşkîlata emniyetê yekser biçûk xistine” û “Miletê tirk, komar û meclis biçûk xistine” tên darizandin, tev li danişînê nebûn. Parêzer Ozcan Kiliç di danişînê de amade bû. Danişîn, bi daxwaza temamkirina kêmasiyên di dosyayê de taloqî 27’ê hezîranê hate kirin.