Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin 2024-01-04 15:32:57 STENBOL - Doza Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Modernîteya Demokratîk Ramazan Yurttapan, edîtorê wê Haydar Ergul û 3 nivîskarên din hate taloqkirin.    Ji ber nivîsên di kovara Modernîteya Demokratîk de hatine weşandin, li Midûrê Karê Nivîsan ê kovarê Ramazan Yurttapan, edîtorê wê Haydar Gul û li 3 nivîskaran bi îdiaya “Miletê tirk biçûk xistine” doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin.    Tu kes tev li danişînê nebû û şandeya dadgehê jî bi daxwaza ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, danişîna dozê taloqî 27’ê hezîranê kir.