Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin 2024-01-04 15:50:21   RIHA -  Ji ber ku derheqê kesên avahiyên di erdhejên Mereşê de hilweşiyayîn çêkirin de darizandineke bibandor nehatiye kirin, dê sibe li tevahiya edliyeyan Nobeta Edaletê were girtin.    Di erdhejên navenda wan Mereşê de zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku kesên ew avahiyên di erdhejê de hilweşiyayîn û veguherîn gora bi hezaran kesan baş nehatin darizandin, dê sibe Nobeta Edaletê bê lidarxistin. Platforma Malbatên li Pey Edaletê ku ji hêla xizmên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatiye avakirin, bi dirûşma “Bila edalet jî di bin kavilan de nemîn” bang kir û got ku dê sibe li 81 bajaran li pêşiya edliyeyan Nobeta Edaletê were girtin. Platformê banga tevlibûna nobetê li her kesî kirin.    DAXUYANIYA PLATFORMÊ    Daxuyanî li ser malpera înternetê ya platformê hate weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 6’ê Sibatê û piştre zêdetirî 35 hezar avahî hilweşiyan, nêzî 300 hezar avahî xesareke mezin gihiştê, milyonek û nîv însan bêmal man û herî kêm 50 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Kesên di bin kavilan de li benda rizgarkirinê bûn û yên li derve terkî mirinê hatin kirin. Xwarin nebû, av nebû, kon nebû. Telefonê nedikişand, em bi bêçaretî sekinînin. Me nekarî şîna xwe bigirin, li benda dîtina gorên miriyên xwe sekinîn, hêj me windayên xwe nedîtibûn ku dest bi rakirina kavilan kirin. Em li ser kavilan sekinîn. Em li benda raporên kesê pispor man. Li edliyeyan dozger tune bûn, em li benda dozgeran man, ewraq winda bûn û em li benda dîtina wan man. Me xizmên xwe winda kirin û li bendê bûn ku ji kesên gumanbar ên di nava civakê de digerin hesab were pirsîn lê di dosyayê de tu girtî nînin û em li benda girtina wan man. Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn lê em hêj jî li benda edaletê ne. Têkoşîna me bi dawî nebûye û em îcar ji bo li rex me cih bigirin bang li we dikin. Li dijî bangawaziya me bêdeng nemîne, erdhejê ji bîr neke.”    DÊ BARO NOBETÊ BIGIRIN   Piştî bangawaziya platformê, baroyên gelek bajaran û komeleyên mafên mirovan ragihandin ku dê sibe li pêşiya avahiyên edliyeyê tev li Nobeta Edaletê bibin.