Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin 2024-01-04 15:51:13   RIHA - Di nava 6 mehan de cara duyemîn tehliyeya girtiyê bi navê Mûstafa Mak hate taloqkirin. ÎGK’ê di biryara taloqkirinê de ev îdiaye kir: “Têgehiştin û sergehiştina hikûmxwarî kêm e.”    Girtiyê bi navê Mûstafa Mak di nîsana 2018’an de li navçeya Wêranşar a Rihayê bi îdiaya “endamtiyar rêxistinê” hate binçavkirin. Dadgehê, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Mak birî. Mak, li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Rihayê tê ragirtin û diviyabû di kanûna 2022’yan de bihata berdan. Lê belê ji ber biryara Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK), tehliyeya wî cara duyemîn hate taloqkirin.    Tehliyeya Mak 6 meh berê hatibû astengkirin û cara 2’yemîn derket ÎGK’ê. ÎGK’ê ji Mak pirsa “Gelo tu PKK’ê weke rêxistina terorê dibînî yan na?” kir. ÎGK’ê di biryara xwe ya têkildarî Mak de got; “Di fikrên wî de tu guhertin çênebûne”, “Poşman nebûye”, “Girêdana wî ya bi rêxistinê re pir xurt e” û “têgehiştin û sergehiştina hikûmxwar kêm e.” B vê hincetê tehliyeya Mak careke din ji bo 6 mehan hate taloqkirin.