Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin 2024-01-04 16:03:18   AMED - Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê fanêle û goreyên bi destên xwe ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêkirin, ji Îmraliyê re şandin.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Bi jin, jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve” de ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan fanêle û gorê çêkirin.    Fanêle û goreyên hatine çêkirin piştre ji Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re hatin şandin.    TJA'yê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Aktîvîstên me û endamên Dayikên Aştiyê yên Amedê di çarçoveya kampanya ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve’ de di sala nû de fanêleyên ji Pêşengê Modernîteya Demokratîk birêz Abdullah Ocalan re hatine çêkirin, bi PTT’ê ji Îmraliyê re şandin.”