Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû 2024-01-04 16:42:48 BALIKESÎR - Mehmet Îldem ku li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyeyê dihat ragirtin û 30 sal bûn girtî, hate berdan. Îldem, got ku azadî bi têkoşînê pêkan e û diyar kir ku dê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne.    Mehmet Îldem ê 65 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye ya Balikesîrê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de dihat ragirtin, tehliye bû. Îldem, di sala 1993’yan de li Edeneyê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê biribû. Îldem, di nava 30 salan de li gorî rêzê li girtîgehên Mêrdîn, Amed, Mûş, Trabzon, Ordu û Stenbolê hate ragirtin û ev nêzî 4 sal bûn ku li Girtîgeha Burhaniyeyê dihat ragirtin. Îldem, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe, rêveberên DEM Partiyê ya Balikesîrê û EGE TUHAY-DER’ê ve hate pêşwazîkirin.    ‘AZADÎ BI TÊKOŞÎNÊ PÊKAN E’   Îldem, li pêşiya girtîgehê axivî û got ku ji ber hevalên xwe yên li pey xwe hiştî xemgîn e. Bi domdarî Îldem anî ziman ku ev 30 sal in bi awayeke neheq û derhiqûqî di girtîgehê de tê ragirtin û wiha axivî: “Doza me doza azadiyê ye. Azadî jî wisa hêsan nîne. Azadî, bi têkoşînê pêkan e.” Di berdewamê de Îldem bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got: “Heta ku daxwaz tên qebûlkirin dê têkoşîna me bidome. Divê hem li hundir hem jî li derve berxwedan bê mezinkirin.”    ‘JI BO AZADIYÊ EZ DIKARIM 30 SALÊN DIN JÎ BIXEBITIM’    Di berdewamê de Îldem da zanîn ku yek ji girtiyên nexweşiya wan giran e û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweşiya wan giran henen. Tevî nexweşiyên xwe jî ez ê têkoşîna xwe li derve jî bidomînim. Ji bo doza azadiyê ez 30 salan girtî mam û dikarim 30 salên din jî bixebitim. Ez ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînim.”    Îldem dê sibe di saetên serê sibehê de derbasî Mêrdînê bibe.