Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê 2024-01-05 08:56:52 WAN/BEDLÎS - Li Wanê ji ber barîna berfê ya zêde li 3 navçeyan rojekê navber dan perwerdehiyê. Li navenda Bedlîsê û gundên girêdayî wê jî ji ber barîna berfê navber dan perwerdehiyê.    Barîna berfê ya danê êvarê li Wanê dest pê kir, bandoreke neyînî li gelek navçeyan kir. Ji ber barîna berfê li navçeyên Bêgirî, Miks û Seravê rojekê navber dan perwerdehiyê. Hate ragihandin ku li gundên li herêma Gorandeşt a girêdayî navçeya Payîzavayê jî rojekê navber dane perwerdehiyê.    Li Bedlîsê jî ji ber barîna berfê ya zêde li navenda bajêr û gundên girêdayî wê rojek navber dan perwerdehiyê.