ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-05 09:00:31   * 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne, lê xebatên hilweşandina avahiyên li Meletiyê yên ku zirareke mezin dîtin û ji bo kesên di wir re derbas dibin dibin cihê xetereyê, bi dawî nebûne. Her wiha li hin cihan jî hê kavilên erdhejê nehatine rakirin.    * Endamên koma muzîkê ya bi navê Vodvil ku salek berê ji aliyê xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê ve hat avakirin, destnîşan kirin ku ew dengê ciwanan e ku dewlet û pergal hewl dide wan dejenere dike û ji têkoşînê dûr bixe û gotin ku dê bi muzîkê li dijî hemû êrişan rabin.   * Nanpêjên li Wanê diyar kirin ku ji ber bihabûna arvan û nan, gel berê xwe daye nanê kartû.    * Sakîne Demîr der barê keça xwe Sêvê Demîr ya li Silopiyayê bi 11 guleyan hatibû qetilkirin axivî û anî ziman ku doza keça wê doza her kesî ye û wiha got: "Werin em aştiyê bînin vî welatî."    * Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li 6 bajaran hatiye destpêkirin didome. (11.00-17.00)   * Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê têkildarî rojevên heyî li Mecisê daxuyaniyê bide.  (11.00) ZINDÎ   * Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dê rapora xwe ya binpêkikrina mafên rojnamegerên jin a sala 2023’yan li avahiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê eşkere bike. (11.00)   * Bi daxwaza ku kesên avahiyên di erdhejê de hilweşiyayîn çêkirine bên darizandin, dê li edliyeyên gelek bajaran Nobeta Edaletê bê girtin. (11.00-15.00)   * Danişîna doza aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin. (13.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê dê bi boneya jinên li Silopiya û Parîsê hatine qetilkirin daxuyaniyê bide. (13.30)   * ÎHD dê li gelek bajaran Nobeta Edaletê bigire. (14.00-18.30)    * Ji bo xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku dê li Dêrsim û Stenbolê daxuyanî bê dayîn.