Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne! 2024-01-05 09:04:00   MELETÎ - 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne, lê xebatên hilweşandina avahiyên li Meletiyê yên ku zirareke mezin dîtin û ji bo kesên di wir re derbas dibin dibin cihê xetereyê, bi dawî nebûne. Her wiha li hin cihan jî hê kavilên erdhejê nehatine rakirin.    Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de li ser hev çêbûn û bandor li 11 bajaran kir, tesîr girt jî Meletî bû. Li Meletiyê hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran avahî hilweşiyan. Piştî erdhejê ji bo 36 hezar avahiyên ku zirareke mezin dîtibûn biryara hilweşandina lezgîn hat dayîn. Li Meletiyê ku bi hezaran mexdûrên erdhejê bê mal man, tevî ku 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên ku xaniyên wan ji dest wan çûne, di konteyneran de dimînin. Li Meletiyê ku pêdiviyên mexdûrên erdhejê hê nehatine dabînkirin, pirsgirêka rakirina kavilan û ji aliyê din ve jî hilweşandina avahiyên ku di erdhejê de zirareke mezin girtine berdewam dike.    Tevî ku 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî li Meletiyê kavilên avahiyên ku hilweşiyane hê nehatine rakirin. Li aliyekî xebatên rakirina kavilan û hilweşandina avahiyên ku zirareke mezin dîtine berdewam dike. Ji ber ku avahiyên li kolanan û li nava taxan hê nehatine hilweşandin, ji bo kesên di rê re derbas dibin, dibin cihê xetereyeke mezin. Tevî hişyariya pisporan jî rakirina kavilan li gor zanistê nayê kirin û di dema rakirina kavilan de toz û dûmana ku belav dibe, dibe sedema nexweşiyên wekî asbestê. Li navenda navçeya Çirmikê di erdhejê de 5 xanî bi temamî hilweşiyan. Kavilên xaniyan tevî 11 meh derbas bûne jî nehatine rakirin. Xuya ye ku ji bo avahiyên hilweşiyayî xebatên rakirina kavilan dest pê nekiriye. Li heman cihî qata jor a avahiyeke din bi temamî hilweşiyaye. Li kêleka avahiya ku qata wê ya jorîn hilweşiyaye, zarokê ku hesinan berhev dikin agir vêdixin û xwe li ber germ dikin. Li derdora avahiyê tevdîrên ewlehiyê û rakirina kavilan nehatiye kirin û xuya dike ku zarok ketine avahiya ku qata wê ya jorîn hatiye hilweşandin. Ev yek xetereyê bi awayekî berbiçav dide der.  Li Kolana Akpinar a navçeya Battalgaziyê kavilên avahiyeke hilweşiyayî li ser rê ne. Li kolana ku çûnûhatina peya û wesayitan lê zêde ye, welatî ji ber kavilan di meşê de zehmetiyê dikişînin û wesayît û peya jî tim di nav hev de ne. Avahiya ku ji ber di erdhejê de xesareke mezin girtiye hatiye hilweşandin, li derdora wê tevdîrên ewlehiyê nehatiye girtin.  Li Taxa Tevfîk Temel a navçeya Çirmikê hilweşandina avahiya ku xesareke mezin dîtoye berdewam dike. Toz û dûmana ku ji avahiya tê hilweşandin belav dibe, pirsgirêka wekî asbestê derdixîne holê û ev yek jî rê li ber nexweşiyên wekî pênçeşêre vedike.  Li ser kolana Nakliye ya Taxa Zaviye ya navçeya Çirmik, xebaten hilweşandina avahiya ku zirareke mezin dîtiye hê dest pê nekiriye. Avahiya ku diwarên wê hilweşiyane ji bo welatî û wesayitên li derdorê derbas dibin, xetereyeke mezin dide der.    'LI MELETIYÊ TIŞTEK SERERAST NEBÛ YE'   Ji mexdûrên erdhejê Cûmalî Akdag ê ji ber ku xaniyê wî di erdhejê de hilweşiya di konteynirê de bi tenê dimîne bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Li Meletiyê tiştek sererast nebûye. Xebatên rakirina kavilan pir hedî tên kirin. Makîneyên înşeatê têrê nakin. Êdî tiştekî bi navê bajar nemaye. Welatî bi qedera xwe re tenê hatine hiştin. Xetereyatozê ku ji ber rakirina bermayiyan û hilweşandina avahiyên belav dibe dê piştî 10 salan derkeve holê. Em nikarin nefesê bistînin. Karê hilweşandinê bi kontrol nayê kirin. Dema kamera tên piçek avê direşînin, lê dema kamera diçin qet avê nareşînin. Ew toz li tevahiya Meletiyê belav dibe."   MA/Mahmût Altintaş