Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim 2024-01-05 09:11:19   NAVENDA NÛÇEYAN - 73 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed tu agahî jê nayên girtin. Dayika Ehmed, Sûltane Ehmed bertek nîşan da û got: "PDK nahêle ez kurê xwe bibînim."       Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 73 roj in agahî jê nayê girtin.   Hefteyek piştî windabûna Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê daxuyaniyek da û îdia kir ku “Silêman Ehmed rojnameger nîne.” Bi vê daxuyaniyê li xwe mikûr hat ku Ehmed ji hêla wan ve hatiye binçavkirin. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya Rojnewsê de weke edîtor dixebite.   DOSYA DI DESTÊ SAZIYA ÎSTÎXBARATÊ DE YE   Parêzerê Ehmed, Nerîman Ehmed diyar kiribû ku tevî biryara dozgeriyê jî Asayîşa Dihokê nahêle ew bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Ehmed, da zanîn ku hînbûne ku dosya di destê saziya îstîxbaratê Parastinê de ye.    Koma Parastina Suleyman Ehmed ku ji hêla parêzeran ve hatiye avakirin jî da zanîn ku heta niha zêdetirî 10 serlêdan ji bo Ehmed kirine lê destûra hevdîtinê nehatiye dayîn. Di heman demê de rayedarên PDK’ê jî têkildarî Ehmed tu agahî parve nekirine. Rojnews diyar dike ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa wan Silêman Ehmed berpirse.   'KURÊ MIN LI KU TÊ RAGIRTIN?'   Malbata Ehmed ku tu agahiyan ji kurê xwe nagirin bifikare. Dayika Ehmed, Sûltane Ehmed têkildarî mijarê bi ANHA'yê re axivî û ji bo kurê xwe bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Dayika Ehmed wiha got: "PDK ev 73 roj in nahêle ez kurê xwe bibînim. Kurê min dizî nekiriye, tiştekî veşarî nekiriye û rojnamegerî kiriye. Ma kurê min çi kiriye? Ez gelek mereq dikim, bila ji min re jî bibêjin. Kurê min li ku ye û çima nayê berdan? Ez dixwazim tavilê aqûbeta wî bê eşkerekirin. Kurê min li ku tê ragirtin dixwazim hîn bibim."    Dayik Ehmed xwest ku kurê wê tavilê bê berdan û wiha bang kir: "Divê PDK dev ji berjewendiyên partîtiyê berde û bihêle ku em û parêzer pê re hevdîtinê bikin."