Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’ 2024-01-05 10:15:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Medyaya îktîdarê ji bo HPG’iyên di demên berê de jiyana xwe ji dest dane her roj dest bi weşandina “nûçeya lezgîn” kir.   Saziyên çapemeniyê yên nêzî AKP’ê ev demeke têkildarî endamên HPG’ê yên di demên berê de jiyana xwe ji dest dane “nûçeyên lezgîn” derbas dike. Balkêşe ku ev “nûçeyên lezgîn” piştî hejmara leşkerên li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakûrkê yên Herêma Federe ya Kurdistanê tên kuştin zêde bûn ketin meriyetê.    25’Ê KANÛNÊ: ERDÎNÇ BOLCAL   Medyaya îktîdarê agahiya mirina endamê HPG’ê Erdînç Bolcal (Elî Xebat Botan) di 25’ê kanûnê de weke “nûçeya lezgîn” derbas kir. Lê belê agahiya mirina Bolcal demekî zû berê li ser medyayê hatibû parvekirin.    Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di 15’ê kanûnê de daxuyaniya HPG’ê parve kiribû û HPG’ê digot ku endamê wan Erdînç Bolcal (Elî Xebat Botan) di 10’ê adarê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest daye.    Medyaya îktîdarê jî agahiya mirina Bolcal di 25’ê kanûnê de weke “nûçeya lezgîn” derbas kir û îdia kir ku MÎT’ê di encama “operasyoneke taybet de” li Silêmaniyeyê Bolcal hedef girtiye. Her wiha hat îdiakirin ku Bolcal li Kerkûkê di nava amadekariyên çalakiyê de bû.    26’Ê KANÛNÊ: ŞEFA AKMAN   Di serî de Ajansa Anadoluyê (AA) tevahiya medyaya îktîdarê di 26’ê kanûnê de îdia kir ku endamê HPG’ê Mehmet Şefa Akman bi “operasyoneke taybet” hedef hatiye girtin. Ev agahî weke “nûçeya lezgîn” derbas kir. Di nûçeyan de hat îdiakirin kul Akman yek ji berpirsyarên Silêmaniyeyê bû.    Lê belê derket holê ku agahiya mirina Akman di 11’ê kanûna 2021’ê de hatiye parvekirin. Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya di 11’ê kanûna 2021’ê de ku ANF’ê parve kir, Akman (Bahoz Zagros) di 9’ê hezîrana 2021’ê de jiyana xwe ji dest daye.    29’Ê KANÛNÊ: EL DAHHAM   Medyaya îktîdarê di 29’ê kanûnê de jî îdia kir ku Mihemed Ebdullah El Dehham li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef hatiye girtin û ev îdia weke “nûçeya lezgîn” derbas kir. Lê belê derket holê ku El Dehham di meha tebaxê di êrişeke DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî mijarê di 30’ê kanûnê de daxuyanî da. HSD’ê da zanîn ku El Dehham di 5’ê tebaxê di encama êrişa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DAIŞ’ê ev êriş li xwe girtiye.    HSD’ê bi domdarî di daxuyaniyê de wiha got: “Dezgehên çapemeniyê yên fermî yên dewleta tirk duh serê sibehê nûçeyek parve kirin û gotin ku welatiyê bi navê Omer Mihemed Ebdullah El Daham ê tebqayî ji hêla MÎT’ê ve hatiye kuştin. Îstîxbarata tirk îdia dike ku têkiliyê welatiyê behsê xeberê bi me re heye û li dijî leşkerên tirk çalakî li dar xistine. Lê belê DAIŞ’ê di 5’ê tebaxê de li ser ajansa xwe ya fermî Amaqê ragihandibû ku wan El Daham kuştine. 4 meh piştre jî îstîbarata tirk nûçeyeke nû diweşîne û dibêje ku wan ev êriş kirine. Tu eleqeya Daham bi hêzên me re nîne.”   Her wiha HSD’ê wêne û nûçeyên têkildarî kuştina Daham jî bi raya giştî re parve kir.    2’YÊ ÇILEYÊ: ABDULMUTALÎP DOGRUCU    Medyaya îktîdarê di 2’yê çileyê de dîsa “nûçeyeke lezgîn” parve kir û îdia kir ku Abdulmutalîp Dogrucu (Cesûr Vedat Welat) ê HPG’î hatiye kuştin. HPG’ê di 15’ê kanûna 2023’yan de daxuyaniyek dabû û gotibû ku Dogrucu di 10’ê adara 2023’yan de jiyana xwe ji dest daye.    4’Ê ÇILEYÊ: ŞÊX EHMED   Her wiha medyaya îktîdarê “nûçeya lezgîn” parve kir û îdia kir ku MÎT’ê li Silêmaniyeyê endamê Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) hedef girtiye. Di nûçeyên ku ji heman çavkaniyê hatine parvekirin de hat îdiakirin ku çalakiyên Ehmed ên ku plan dikir li dijî Tirkiyeyê bike hatine tespîtkirin.    Lê belê derket holê ku têkildarî Şêx Ehmed di demên berê de daxuyanî hatiye dayîn û hatiye destnîşankirin ku di êrişeke hewayî ya di 3’yê kanûna 2023’yan de li herêma Pêncwênê jiyana xwe ji dest daye.    Li gorî nûçeya ANF’ê ya di 24’ê kanûna 2023’yan de; di encama êrişa hewayî de Şêx Ehmed û fermandara Hêzên Parastina Jinan (HPJ) Zeyneb Êwerî (Aryen Arê) jiyana xwe ji dest dane.     NÛÇEYÊN MÎNA HEV   Medyaya îktîdarê di demên berê de jî mirina endamên HPG’ê Yilmaz Bayram (Egîd Gever) û endamê YPG’ê Eyuûp Yakut weke “nûçeya lezgîn” derbas kiribû. Lê derketibû holê ku agahiyên mirina Bayram û Yakut di demên berê de hatine parvekirin.