Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye 2024-01-05 10:49:43   STENBOL - Parêzer Kemal Aytaç ê biryara Dadgeha Bilind a derbarê Can Atalay de weke “darbeya desthilatê ya siyasî” nirxand, ragihand ku li dijî biryarê serî li 4’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind û AYM’ê dane.    3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara binpêkirinê ya duyemîn a ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve derbarê parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay ê di girtîgehê de tê ragirtin de hate dayîn jî nas nekir. Dadgeha Bilind biryar da ku “tu nirxê hiqûqî yê biryarê” nîne û biryara AYM’ê bi cih neînin. Ji aliyê gelek beşan ve biryara Dadgeha Bilind weke “darbe” hate penasekirin.    Parêzerê Atalay, Kemal Aytaç ê biryara Dadgeha Bilind nirxand, diyar kir ku rewşa heyî ne krîza di nava darazê de ye û biryar weke “darbeya desthilata siyasî” penase kir. Aytaç ê gotinên Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç ên “Hikumê teqezkirî yê Dadgeha Bilind daye heye. Ev hikum jî di rojeva Meclisê de ye. Em ê bi hev re di pêvajoya pêş de bibînin” bi bîr xist, anî ziman ku bi daxuyaniya hate dayîn bi awayekî aşkere xistina parlamenteriya Atalay hatiye bilêvkirin. Aytaç, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hate dîtin ku ji bilî rêgezên xwe yên hiqûqî yên nivîskî, dewleteke dîktator e. AYM li welatê me dadgeha herî bilind e lê nikarin encamekê bi dest bixin. Destûra bingehîn dibêje ‘biryarên AYM’ê teqez in’. Dikarî rexne bikî lê neçarî ku bi cih bînî. Divê dadgeha herêmî Atalay berde lê vê yekê bi cih naîne.”   ‘DIXWAZIN CIVAKÊ BÊDENG BIKIN’    Aytaç, bi lêv kir ku biryara hatiye dayîn ji ber “tirsê” ye û desthilat Atalay ji bo xwe weke xetere dibîne. Aytaç, diyar kir ku bi girtina Atalay, Demîrtaş û Kavala ji hemû civakê re peyam tê dayîn û wiha berdewam kir: “Desthilat bi girtina van mirovan hewl dide civakê bêdeng bike. Bi van zext û girtinan gef li civakê tê xwarin. Ji bo desthilata xwe bidomîne hewl didin çavên mûxalîfan û kesên li dijî wan bitirsînin.”    ÎTÎRAZ HATE KIRIN    Aytaç, da zanîn ku parêzeran li dijî biryarê serî li 4’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind daye û ev tişt gotin: “Care sêyemîn serî li AYM’ê hate dayîn. Serî DMME’yê tê dayîn. Ji bilî wê hin amadekariyên me yên çalakiyan hene. Em ê vê biryarê qebûl nekin. Dibe ku Atalay, Demîrtaş û Kavala ji girtîgehê dernekevin lê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Yekane pirsgirêk ne civakî bûn e. Ji ber ku zimanek tenê heye ku ev fêm bikin; ew jî rabûna ser piyan a civakê û deng derxistine. Ji ber ku van hiqûq kirin pêlîstok û weke dixwazin dilîzin. Em ne bêhêvî ne, em ê teqez di vê rêyê de pêş bikevin.”   MA / Esra Solîn Dal