Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin 2024-01-05 11:07:49   AMED - Li navçeya Farqînê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û 3 ciwan binçav kirin.    Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan îro di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û di serdegirtinê de ciwanên bi navê Mûrat Aslan (26), Selman Aktar (19) û Cîhan Almaz binçav kirin. Hate zanîn ku polîsan bi ser malên li taxên Tekel û Mescîtê de girtine û nêzî 2 saet û nîvan li malan lêgerîn kirine.     Bavê Mûrat Aslan, Halîs Aslan bertek nîşanî serdegirtina malan û binçavkirina kurê xwe da. Aslan, anî ziman ku dewlet zilmê dike û got ku êdî zarokên wan ji dewletê direvin. Aslan, destnîşan kir ku dewleta tirk bi dîktatoriyê tê birêvebirin û wiha got: “Serê sibehê hatin li derî xistin û tevî pêlavên xwe ketin hundir. Polîsên sivîl ku hatin pêlavên xwe derxistin, lê polîsên TEM’ê bi wan pêlavên herî ve ketin hundir. Ti mirovahî bi wan re tune bû. Berê me dan dîwaran. Nexweş û pîrên me hene. Her wiha dest danîn li ser telefona kurê min jî.”