Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin 2024-01-05 11:36:13 ŞIRNEX - Şêniyên gundê Hespistê dan zanîn ku artêşa tirk dorpêça xwe ya li ser gund rakir.    Leşkerên artêşa tirk di 21’ê kanûnê de bi hinceta “îxbarê” li dijî gundê Hespistê yê Hezex a Şirnexê operasyon dabûn destpêkirin. Bi operasyonê re ketin û derketina gund hatibû qedexekirin. Dorpêça li ser gund 15 rojan berdewam kir. Şêniyên gund dan zanîn ku leşkeran dorpêç rakirine û xwe ji gund vekişandine.    ÇI QEWIMÎ BÛ?   Gundê Hespist û derdora wê ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê di 21'ê kanûnê de bi hinceta "îxbar heye" ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin. Leşkerên ku gund dorpêç kiribûn, li konên vegirtin bi cih bûn. Şeniyên gund di her ketin û derketina gund de rastî kontrola nasnameyan dihatin.    Walîtiya Şirnexê jî di daxuyaniya xwe ya di 26’ê kanûnê de diyar kiribû ku Çiyayê Gabarê yê di navbera navenda Şirnex û navçeya Basayê de ji bo 15 rojan weke "herêma ewlekariya taybet a demkî" hatiye diyarkirin.