Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin 2024-01-05 11:58:34   MÊRDÎN - Mehmet Îldem ku piştî 30 salan di 65 saliya xwe de tehliye bû, li bajarê xwe Mêrdînê ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin.    Mehmet Îldem ku di sala 1993’yan de li Edeneyê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya welêt” cezayê muebbetê lê birî û li Girtîgeha Burhaniye ya Balikesîrê dihat ragirtin, duh di 65 saliya xwe de hate tehliyekirin. Îldem, îro hate bajarê xwe Mêrdînê û li balafirgehê ji hêla nevî û xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin. Her wiha rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di pêşwazîkirinê de cih girtin.    DIYARIYA NEVIYÊN WΠ   Girseya ku li balafirgehê hate gel hev, demekî dirêj ji bo Îldem li çepikan xist û bi çîçekan pêşwazî kir. Jinan tililî berz kirin û şalên xwe yên reng bi reng hejandin. Îldem, spasiya kesên ew li pêşiya balafirgehê pêşwazî kirin kir û silav kir. Îldem dema çav bi neviyên xwe yên biçûk ketî, nekarî xwe li ber bigire û rondik ji çavên wî bariyan. Neviyên wî jî tizbiyeke ku bi xwe re anîbûn diyarî bapîrê xwe kirin.    PEYAMA TÊKOŞÎNÊ    Îldem di pêşwazîkirinê de axivî. Îldem, diyar kir ku zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ma ye û wiha got: “Lê ji bo azadiya gelê kurd ev dem jî kêm e. Em çiqas girtî jî bimînin kêm e. Em çiqas di girtîgehê de jî bimînin pirsgirêk nîne. Ji bo me zehmet nîne. Em ê bi awayekî ji girtîgehê derkevin. Heta ku îradeya mirov hebe, ev zehmet nayê. Lewma ez poşman nînim. Em ê heya dawiyê di vê rêyê de bimeşin.”    Piştre jî Îldem tevî kesên hatine pêşwazîkirinê derbasî gundê Alucayê yê girêdayî navçeya Rişmîl ê li herêma Omeriyayê. Li vê derê jî Îldem ji hêla xizmên xwe û gundiyan ve hate pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.