Navenda Şirnexê di nava mijê de ma 2024-01-05 12:40:10   ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê ji ber mijê, navbera dîtinê heta metreyekê ket û Midûriyeta Meteorolojiyê hişyarî da ku heta hewce neke bi wesayîtên xwe dernekevin.    Bi barana serê sibehê re mijê navenda Şirnexê girt û germahî 5 pileyan ket. Her wiha rêjeya nêmê jî weke ji sedî 70 hate pîvandin. Ji ber bandora mija zêde ya li navendê, navbera dîtinê heta metreyekê ket. Ji ber mijê, ajokaran kêliyên zehmet kişandin. Têkildarî mijarê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê hişyarî da welatiyan ku heta hewce nebe bi wesayîtên xwe dernekevin derve.