Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an 2024-01-05 13:46:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di êrişa li bajarê Kirman a Îranê de mirîn ku DAIŞ’ê li xwe girtibû, derket 89’an.    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê; hejmara kesên di êrişa li bajarê Kirman ê Îranê ku li nêzî gora Qasim Silêmanî hatibû kirin derket 89’an. Hat ragihandin ku ji kesên mirî 12 jê zarok û 33 jî jin in.    Kesên jiyana xwe ji dest dayîn dê li gelek bajaran bên definkirin. Rayedarên îranî bang li welatiyan kirin ku ji ber ewlehiyê neçin Goristana Kirmanê. Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku dê hêzên ewlekariyê yên Îranê di dem û cihê guncav de bersivê bidin.