Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’ 2024-01-05 13:58:45   MÊRDÎN - Hate diyarkirin ku li Mêrdînê dadgerekî li ser gilîkirina hevjîna wî ya mamoste li dibistana çûyê 3 xwendekar dane binçavkirin. Serdozgeriyê bûyer derewand. Baroya Mêrdînê jî bang li HSK’ê kir ku “kirariyên pêwîst” bidin destpêkirin.    Hate îdiakirin ku li Mêrdînê mamosteyekê piştî nîqaşa bi xwendekaran re agahî daye hevjînê xwe yê dadger, hevjînê wê jî bi polîsan re çûye dibistanê û 3 xwendekar dane binçavkirin. Hate diyarkirin ku xwendekarên hatin binçavkirin jî piştî îfadeya wan a li qereqolê hatine berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê û Baroya Mêrdînê têkildarî bûyerê daxuyanî dan.     DOZGERIYÊ KESÊN NÛÇE ÇÊKIRIN HEDEF GIRTIN    Serdozgeriyê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku nûçeyên “Dadgerê hevjînê mamosteyê bi polîsan re bi ser dibistanê de girt û xwendekar dan binçavkirin” rast nînin û dadger piştî lêpirsîna li ser giliyê hevjîna wî hate destpêkirin bi armanca piştgiriyê çûye dibistanê.    Dozgeriyê da zanîn ku derbarê kesên tevî agahdarkirina wan, nûçe belavkirine de bi sûcdariya “di raya giştî de tirs û fikaran didin avakirin” lêpirsînê bide destpêkirin.    BAROYÊ BANG LI HSK’Ê KIR    Baroya Mêrdînê jî bang li Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) kir ku “kirariyên pêwîst” bidin destpêkirin. Baroyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji me re hate ragihandin ku li Mêrdînê li dibistaneke navîn piştî nîqaşa di navbera 6 xwendekaran de derket, mamosteyê bûyer ji hevjînê xwe yê weke dadger li Edliyeya Mêrdînê dixebite re ragihandiye, dadger bi gelek wesayîtên polîsan re çûye dibistane û dema derketina dibistanê de bi armanca nasnameya wan tespît bikin 3 xwendekar birine qereqolê û her 3 xwendekarên din bi malbatên xwe re çûne qereqolê.    Dadgerek ji bo hevjîna xwe ya mamoste bi gelek polîsan re û dîsa polîs ji bo bûyereke wiha bi awayekî qelebalix çûne dibistanê û bi armanca tespîtkirina nasnameyan zarok birine qereqolê. Ev yek rewşa giran a daraz û hêzên ewlehiyê nîşan dide. Ev nikare bi awayekî hêsan bigirin dest. Vê pêkanînê baweriya li dadgeriyê bi awayekî giran şikandiye.”      Baroyê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em radigihînin ku em ê vê mûameleya li dijî hiqûqê ya li zarokan hatiye kirin ji nêz ve bişopînin û her cure alîkariya hiqûqî bidin xwendekaran, rayeya darazê nikare bi awayekî keyfî were bikaranîn.”