Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn 2024-01-05 14:53:13   ENQERE - Di Doza Kobanê de dozgeriyê xwest ku girtina hemû girtiyên siyasî berdewam bike. Siyasetmedarê girtî Alp Altinors ê di danişînê de parastin kir anî ziman ku banga HDP’ê ya tê sûcdarkirin dişibe bangên NY û sazî û hêzên din ên navneteweyî yên wê demê û pirsa “Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?” pirsî.    Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.   Siyasetmedarên girtî Alp Altinors û Bulent Parmaksiz li eywana danişînê amade bûn. Siyasetmedarên Selahattîn Demîrtaş û Sebahat Tûncel di nav de bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak û parêzerên ku endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) danişîn şopandin.    Şandeya dadgehê, tespît kir ku dîmenên Demîrtaş ên beriya çend rojan di dema parastin dikir de hatibûn kişandin û li ser medyaya dîjîtal hatin parvekirin li Sîncanê hatine kişandin û biryar da ku têkildarî bûyerê girtek were girtin.    DOZGERIYÊ XWEST KU REWŞA GIRTINÊ BERDEWAM BIKE   Dadgeha ku lêkolîna girtinê ya mehane kir, mafê gotinê da dozgeriyê. Dozgeriyê xwest ku rewşa girtina siyasetmedaran bidome û dîmenên Demîrtaş ên hatine kişandin bên gilîkirin.    ALTINORS: DOZ BI HER ALÎ VE TÊK ÇÛ    Siyasetmedar Alp Altinors ê li dijî daxwazên dozger mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku mutalaya ku dozger pêşkeş kir ew matmayî nehiştine û pirsa “İsrara we ya di berdewamiya girtinê de çiye?” kir. Altinors, wiha berdewam kir: “Ez her carê ji we re dibêjim em ê teqez beraet bikin. Ji vê dozê ji bilî beraetê tiştek dernakeve. Tevî vê yekê jî hûn girtî di darizinîn. Navê vê yekê înfaza bê daraz e. Di dosyayeke bi her awayî ve têk çûye de biryara berdewama girtinê didin. Tevî ku we biryara îhtîmala îdiaya sûc were guhertin heye jî hêj girtî di darizînin.    DAXUYANIYA MGK’Ê PÊŞKEŞÎ DADGEHÊ KIR   Altinors, bal kişand ser civîna Lijneya Ewlehiya Mîlî (MGK) ya di 30’ê cotmeha 2014’an de û diyar kir ku MGK’ê wê demê bûyerên 6-8’ê Cotmehê weke provokasyona “dewleta paralel” nirxand. Altinors ê biryara MGK’ê pêşkeşî dadgehê kir, da zanîn ku wê demê Neteweyên Yekbûyî (NY) di nav de hêz û rêxistinên navnetewî têkildarî Kobanê bangên dişibin hev kirin û anî ziman ku ev bang nikare bibe mijara sûc. Altinors, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt? Rastiyên dîrokî nikarin bi şahidên derewîn bên veşartin. NY dibêje DAIŞ li her derê qirkirinê dike. Dibêje dê li Kobanê jî qirkirinê bike. Banga wê ya çalakiya bilez jî vê yekê dide nîşandan. Çi digot di vê daxuyaniya xwe de? Divê herkesên di destê wan de derfet hene bikevin nava liv û tevgerê. Derfeta di destê me de ew bû kul i ser medyaya dîjîtal daxuyaniyê bidin bû. Me jî tweet parve kir û bang kir. Çar sal in ji ber vê twîtê em di girtîgehê de ne. Em ne mirovên ku tiştên me kirine înkar bikin. Ji ber ku me tiştên rast kirin, tiştên rewa kirin û heta dawiyê jî em li pişt wan in.”   ‘OSMANÎ TÊK ÇÛ, KOMAR JÎ DI HEMAN ASTÊ DE YE’    Bulent Parmaksiz ê piştî Altinors mafê axaftinê wergirt, anî ziman ku kurd cihekar nînin daxwaza wan a jiyana bi hev re heye û xwest ku şerê heyî bi dawî bibe. Parmaksiz bal kişand ser pêvajoya têkçûna Osmaniyê û anî ziman ku niha Komar jî di heman astê de ye.    Parmaksiz, diyar kir ku Amerîka bi destûr dayîna sûîqestan kurdan her tim qels dihêle û ev rewş dişibe derketina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê û got: “Tirkiye ber bi têkçûnê ve diçe. Amerîkaya her du aliyan sor dike, dê di dawiya rojê de bibe ya serkeftî.”   ‘GAVEKE HIKUMETÊ YA TÊKİLDARÎ ÇARESERIYÊ NÎNE’    Parmaksiz, anî ziman ku gaveke hikumetê ya têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd nîne û wiha got: “Vî karî çareser bikin, an jî dê hêj mezintir bibe. Kes naxwaze mirin çêbibin. Di nav malbata min de jî serpel hene. Ez naxwazim kes bimire. Kurd çi dixwazin di holê de ye. Em weke sosyalîstan li pişt daxwazên kurdan e.”   AXAFTINA PARMAKSIZ BIRÎ   Serokê dadgehê yê dema axaftina Parmaksız berdewam dikir gotina wî birî, xwest navberê bide danişînê. Parmaksiz bertek nîşanî vê rewşê da û gotinên xwe domandin. Serokê dadgehê dema Parmaksiz diaxivî ferman da ku mikrofon were girtin. Tevî îtîraza parêzeran bi gotina “min tera wî mafê axaftinê da” astengkirin parast.    Selahattîn Demîrtaş ê li ser nîqaşên çêbûn mafê axaftinê wergirt, diyar kir ku hin parlamenter hatine serdana wî ji ber dê bi wan re hevdîtinê bike tev li beşa piştî nîvro nabe û got: “Ez azadiya hemû hevalên xwe dixwazim.”    Serokê dadgehê navber da danişînê.