Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin 2024-01-05 15:03:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo ku hemû kesên di erdhejên navenda wan Mereşê de bûne sedema mirina welatiyan bên darizandin, li gelek bajaran li pêşiya edliyeyan “Nobeta Edaletê” hatin girtin û daxuyanî hatin dayîn.    Bi daxwaza darizandina kesên di erdhejên 6’ê Sibatê yên navenda wê Mereşê de berpirsyartiya wan di mirinan de heye, bi pêşengtiya Platforma Malbatên li Pey Edaletê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Navnîşana çalakiyan jî edliyeyên bajaran bûn. Daxwaz jî ew bû ku kesên kesên berpirsyartiya wan di mirinan de û hilweşîna avahiyan de hene bên eşkerekirin û darizandin.    MEREŞ    Li Mereşê ku di erdhejê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dabûn, li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayîn. Xizmên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û parêzerên Baroya Mereşê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne karesat û komkujiyan, edaletê dixwazin” hate vekirin. Her wiha wêneyên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin.    Serokê Baroya Mereşê Muhammed Burak Gul bal kişand ser lêpirsîna têkildarî berpirsyarên avahiyên di erdhejê de hilweşiyayîn û darizandina wan û wiha got: “Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn lê çima heta niha jî destûr nehatiye dayîn ku derheqê sazî û dezgehên cemaweriyê de lêpirsîn were destpêkirin?” Piştî daxuyaniyê, malbat û parêzeran li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin.    SEMSÛR   Parêzerên Baroya Semsûrê jî li pêşiya edliyeyê bi daxwaza “Edaletê” nobet girtin. Têkildarî nobetê ev peyam hat parvekirin: “Di erdheja 6’ê Sibatê de mafê jiyanê yê gelek mirovên me ji dest hate girtin û ji bo edaleta ku hêj bicih nehatiye, em nobetê digirin.”    WAN   Baroya Wanê jî ji bo piştevaniya bi malbatên xizmên xwe di erdhejê de winda kirin û lêgerîna wan a edaletê, li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî da. Gelek parêzerên baroyê tev li daxuyaniyê bûn. Parêzer Sîpan Gokhan daxuyanî xwend û got ku ji bo kesên xemsariya wan di erdhejê de heye bi polîtîkaya “necezakirinê” neyên parastin dê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha Gokkan got ku divê kesên berpirsyartiya wan di karesatê de hene hesabê bidin.    Di berdewamê de Gokhan ev tişt anî ziman: “Demekî kin piştî erdhejê ji bo hêrsa welatiyan daxînin, çendek mitehitên avahiyan, berpirsyarên neyekser û endezyar hatin girtin. Lê tenê berpirsyartiya van kesan tê de nîne. Di heman demê de peywirdarên cemaweriyê yên destûra van avahiyan dayîn jî heye. Ji berpirsyarên venêrîna avahiyan heta rayedarên şaredariyê û peywirdarên wezaretên têkildar, divê tevek yek bi yek bên tespîtkirin û bên darizandin. Divê berpirsyar tavilê bên tespîtkirin û darizandin.”    ENQERE    Platforma Malbatên li Pey Edaletê li Enqereyê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne karesat komkujî, em edaletê dixwazin” vekirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Dê gel hesabê ji kujeran bipirse” û “Dê roj were, dê ev dewran biguhere, gel dê ji kujeran hesabê bipirse” berz kirin.    Nûnera Platformê ya Enqereyê Done Kaya di daxuyaniyê de axivî. Kaya, bal kişand ser tiştên di dema erdhejê de qewimîn û wiha got: “Sedema vê karesatê tenê erdhej nîne. Ew kes in ên ku bajarên li dijî erdhejê biewle ava nekirin. Divê her kesên berpirsyartiya wan ji tiştên qewimîn heye bên darizandin. Bi ser erdhejê re hema hema salek derbas bû lê em hêj jî li benda raporên kesê pispor in. Em hêj li benda dosyayên ji kesê pispor re nehatine şandin in. Li edliyeyan dozger nebûn û em li benda dozgeran sekinînin. Ewraq winda bûn, em li benda dîtina wan sekinîn. Me xizmên xwe winda kirin û dema kesên gumanbar di nava civakê de digeriyan em li bendê man ku hesaba êşa mê jê were pirsîn. Bi ser erdhejê re 11 meh derbas bûn û hêj tu nîşaneyên ku edalet pêk bê nînin. Em dixwazin ji hemû kesên berpirsyartiya wan di mirinan de hene hesab bê pirsîn.”    EDENE    Her wiha li pêşiya Edliyeya Edeneyê jî bi daxwaza “edaletê” nobet hate girtin. Malbatên ku xizmên xwe di erdhejê de winda kirin û parêzer tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de parêzer Mehtap Akyuz Ozcan axivî û xwest ku tevahiya kesên di mirinan de berpirsyartiya wan heye bên darizandin û cezakirin. Ozcan, ev pirs kir: “Çima li ser kavilan delîlên bi hûr û kûr û têrker nehatin komkirin? Çima hêj mehek bi ser erdhejê re derbas nebûyî kavil bi hîm ve hatin rakirin? Çima hêj jî encamek ji raporên kesên pispor derneketine? Çima hewcehî bi îzahetkirina raporên pisporan ên biencambûn heye? Çima heta niha jî hejmareke rast a mirî, birîndar û windayan nehatiye tespîtkirin?”   Herî dawî jî Ozcan xwest ku hemû kesên berpirsyartiya wan di mirinan de hene bên darizandin û girtin.