Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe 2024-01-05 15:40:10   DÊRSIM - Malbata Gulistan Dokû ya hate Dêrsimê ev bang kir: “Gulistan 4 sal in di nava tarîtiyê de ye, bila ev tarîtî bi dawî bibe.”   Ji 5’ê çileya 2020’an ve ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê agahî nayê wergirtin. Aqûbeta Dokûyê ya herî dawî li ber pastexaneyekê hate dîtin ku bi Zaynal Abarakov ê zirbavê wî polîs e re nîqaş dikir, tevî 4 sal bi ser re derbas bûne jî hêj nehate ronîkirin.    Malbata Dokûyê ji ber salvegera bûyerê ya 4’emîn hate Dêrsimê. Dayik û bavên Dokûyê ewilî li edliyeyê bi dozger re hevdîtin kirin. Malbata ji dozger bersiva “em lêkolîn dikin” wergirt, li Qada Seyît Riza daxuyaniyeke kurt da. Xwişk Aygul Dokû wiha got: “Îro sala 4’êmîne ku Gulistan tune ye. Di nava çar salan de tenê hejmar hatin guhertin. 1,2,3 sal çêbûn Gulistan nîne, 4 sal çêbûn Gulistan nîne. Gulistan 4 sal in di nav tarîtiyê de ye. Yekane daxwaza me heye ku Abarakov were darizandin. Gulistan ji vê tarîtiyê derkeve. Nasname, ol û zimanê vê êşê nîne. Ji ber vê yekê divê her malbata ku li vî welatî keçek heye xwedî li Gulistanê derkeve. Em dixwazin xwedî lê were derketin. Bila ev tarîtî bi dawî bibe.”   Malbatê pişt re bi rayedarên Miduriyeta Polîsan a Bajêr re hevdîtinek kirin. Malbat dawiyê dê biçe walîtiyê.