Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir 2024-01-05 16:51:17   ENQERE - Komeke nîjadperest ku pirsa “Tu kurdî?” ji karkerê kurd Levent Guner kir û êriş pêk anî. Guner, da zanîn ku ji karê febrîqeyê hatine avêtin û polîsan îfadeyên wan li girtekê nenivîsandine.    Karkerên kurd ên li navçeya Etîsemgut a Enqereyê di febrîqeya şekirê de dixebitîn, rastî êrişa nîjadperest hatin. Ji karekerên rastî êrişê hatin Levent Guner qala bûyerê kir. Guner, da zanîn ku dema di saetên şeva 2’yê çileyê de ji meydana febrîqeyê ji bo cihê kar dimeşiyan, ji bo li kesê ji ber ve dihat nexe ew hişyar kiriye û vî kesî jî bertek nîşanî wî daye.    PIRSA ‘TU KURDÎ?’ KIRIN Û DEST BI ÊRIŞÊ KIRIN    Guner, diyar kir ku piştî mezinbûna nîqaşê 3 kesên din hatine cihê bûyerê û van kesan pirsa bê ka ji ku ye jê kirine. Bi domdarî Guner got ku jê re gotiye ku ji Agiriyê ye û wiha pê de çû: “Li ser vê bersivê 10 kesan êrişî min kirin. Bi saya hevalên min ên hatine cihê bûyerê min karî xwe xelas bikim.”    KARÊ WAN BI DAWÎ KIRIN    Guner, di berdewamê de wiha got: “Dema ez li erdê didan per pêhnan. Hevalên min bi hawara min hatin û ez xelas kirim. Lê piştre dest bi derbkirina hevalên min jî kirin. Duh dawî li karê 3 karkerên kurd anîn. Îro jî 5 kurdên din ji kar avêtin. Li cihê êrişê kamera hene. Li wê derê kesekê ku ez navê wî nizanim û serokê sendîkayekê ye got; ‘Ev kurd in, lêxin. Hûn dê nehêlin kurd li vir bixebitin.’ Di esasê xwe de yê ku tevlihevî derxistî jî ew bû. Ji bo parastina mirovên xwe gotin ku dîmenên kamerayê nînin.”    RAPORA KU DABÛN POLÎSAN WINDA YE!   Bi domdarî Guner anî ziman ku ji ber êrişa lê hatiye kirin çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Saît Erturk û rapor wergirtiye. Guner, axaftina xwe wiha qedand: “Piştre jî min li Midûriyeta Emnyetê ya Necdet Alîcî gilî kir. Me li vir got ku ji ber kurdbûna xwe em rastî êrişê hatine lê polîsan gotin; ‘Ma ehmeqiyeke wiha dibe? Îfadeyeke wiha nabe. Îfadeyê xwe wiha nedin.’ Ev gotinên me li îfadeyê nenivîsand. Her wiha polîsan dest danîn ser rapora derbkirinê û nedan min. Wan jî rapora derbkirinê stand. Yên ku lê hatiye xistin ez im lê yên xesar gihiştiyê qaşo ew in.”   Karkerê din ên rastî êrişê hatin jî gotin ku ji ber helwesta polîsan îfade nedane. Karkeran, diyar kirin ku ji bo wergirtina rapora derbkirinê dîsa çûne emniyetê lê polîsan jê re gotine; ‘Me rapor winda kir, herin nexweşxaneyê.”    Karkeran got ku midûrê febrîqeyê xwestiye bi wan re hevdîtinê bike û ew jî li kargeheke li nêzî febrîqeyê li benda hatina wî ne.    MA / Mehmet Aslan