Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin 2024-01-05 17:04:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek kesên ku tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” tê domandin bûn, tevahiya rojê bi malbatên girtiyan re nobet girtin.     Çalakiyên bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 mehan e tu agahî jê nayên wergirtin hatine destpêkirin didomin. Li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” çalakiyên Nobetê hatin destpêkirin. Çalakiyan îro jî bi serdanan berdewam kir.    EDENE    Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 33’yemîn de berdewam kir. Hevjîna xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû yê di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hate qetilkirin, Şemsa Bagdû jî tev li çalakiya li avahiya komeleyê hate kirin bû.    Şemsa Bagdû ya di çalakiyê de axivî, diyar kir ku tecrîd tenê li ser Abdullah Ocalan nîne, li ser hemû civakê tê pêkanîn û got: “Heta ku Serokê me azad nebe tu kes ji me nikarin azad bibin. Girtiyên li zindanan û kesên li derve nikarin azad bibin.” Bagdû xwest ku Abdullah Ocalan azad bibe.   Di çalakiyê de her tim dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    MÊRSÎN     Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin jî 33 roj in didome. Di çalakiya ku gelek dayikên aştiyê tev li bûn de heman daxwaz hatin bilêvkirin.    AMED    Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 33’yan de berdewam kir. Ji bilî malbatên girtiyan gelek kes tev li nobetê bûn. Welatiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.   MEBYA-DER, Komeleya 78’an û Rêxistina DEM Partiyê ya Farqînê îro serdana malbatan kir. Ziyaretvanan ev peyam da: “Ne tenê kurd, herkes di bin zextê de ye. Heke em bibin yek dê cîhan jî piştgiriyê bide me. Çalakiya gireva birçîbûnê û Nobeta Edaletê gelek bi wate ne. Ji bo ku nirxên vî gelî bên parastin, tişta ji destê me tê em ê bikin.”   Di çalakiyê de stranên kurdî hatin gotin û her tim dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dihate berzkirin. Di çalakiyê de banga mezinkirina piştevaniyê hate kirin.    WAN   Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 32’yan de didome. Şaxa ÎHD’a Wanê ya serdana nobetê kir, çalakiya xwe ya “Nobeta Aştiyê” ku her hefteya ewil a mehê li dar dixin bi malbatên girtiyan re pêk anî. Endamên ÎHD’ê yên serdana çalakiyê kirin, qûrnefîl belavî malbatên girtiyan kirin.    Yek ji parêzerê ÎHD’ê Heval Sînan Aras ê di nobetê de axivî, got ku çalakiya greva birçîbûnê di bin siyas hilbijartinên herêmî de dimîne û ev rewş rexne kir. Aras, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro çalakiya greva birçîbûnê kete roja 40’an. Yek ji sedemê vê grevê jî rakirina pergala tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Armanca bingehîn rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û pêkhatin azadiya wî ya fizîkî ye.”   Aras, diyar kir ku Ocalan ji mafê xwe yê ragihandin, hevdîtina bi parêzer û malbatê re bêpar tê hiştin û wiha berdewam kir: “Esas li vir armanc ew e ku vîna siyasal a gelê kurd tune were hesibandin. Ji ber vê yekê çalakiya greva birçîbûnê divê ji hilbijartinan pêşdetir be.”    Rêveberê ÎHD’ê Mehmet Salîh Coşkûn jî girîngiya çalakiya greva birçîbûnê destnîşan kir û wiha got: “Heval, hogir û hevrêyên me ketina çalakiya greva birçîbûnê. Em jî weke hiqûqnasan serdanan dikin rewşa wan lêkolîn dikin û rapor dikin. Divê daxwazên hevalên me yên di çalakiya greva birçîbûnê de li beriya her tiştî be. Divê em her tim vê rewşê di rojevê de bihêlin.”   STENBOL    Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê didome di roja 24’emîn de ye. Rêxistina DEM Partiyê ya Gazîosmanpaşayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) tev li çalakiya nobetê ya îro bûn. Malbatên girtiyan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Serdanên nobetê tevahiya rojê berdewam kirin. Di çalakiya nobetê ya stran hatin gotin de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “BijÎ Serok Apo” hatin berzkirin.   Dayika Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê tê ragirtin, Fînce Akman, ragihand ku duh çûye serdana kurê xwe. Akman, diyar kir ku kurê wê rastî tundiya psîkolojîk hatiye û jê re wiha gotiye: “Ji bo ku em ketin çalakiya grevê 3 mehan qedexeya axaftina bi telefonê hate dayîn. Gotina ‘Çima te çapemenî û malbata xwe agahdar kir’ kirin hincet. 12 rojan cezayê hucreya yek kesî dan. Tişta ji destê me tê ev e. Divê herkesên li derve deng bidin çalakiya me.”   Yek ji endama TJA’yê Makbûle Yaşar jî anî ziman ku ji bo piştevaniya bi malbatên girtiyan re rojekê nobet girtine. Yaşar, diyar kir ku agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “nayê qebûlkirin” û wiha got: “Em dixwazin êdî ev tecrîd were rakirin. Di heman demê de dixwazin zexta li ser girtiyên siyasî jî were rakirin. Heta ku ev tecrîd û zext ji holê rabe em ê li vir bin.”   ÎZMÎR   Li Îzmîrê jî çalakî di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) de li Nûnertiya Herêma Egeyê ya DBP’ê berdewam dike. Kesên tev li çalakiyê bûn pêşmalkên li ser “tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.    Meclisa Jinan a DEM Partiya Aydinê, Rêxistina ESP’a Îzmîrê, Hevserokên DEM Partiyê yên Îzmîrê Vezan Karabûlût û Mehmet Kûrûş piştgirî dan çalakiya îro.    Hevseroka DEM Partiyê ya Aydinê Aysel Batyar Onsel bi lêv kir ku divê piştgiriya ji Nobeta Edaletê re mezin bikin û got: “Heke li cihekî bêhestiyarî, bêedaletî û neheqî hebe ev rewş pel bi pel hemû civakê dirizîne. Astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re ya girtiyekî bêhiqûqiya ku ber bi hemû civakê ve diçe ye.”   Çalakiya nobetê bi serdanan berdewam kir.