Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin 2024-01-05 17:07:13 NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê li gelek bajaran Nobeta Edaletê li dar xist û got: “Ji bo aştiyê dev ji necezakirinê berdin.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di serê hemû mehan de bi daxwaza “Ji bo her kesî aştî” Nobeta Edaletê li dar dixe. Di vê çarçoveyê de li gelek bajaran Nobeta Edaletê girt.    EDENE    Şaxa ÎHD’a Edeneyê li avahiya komeleyê civiya. Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş di çalakiyê de axivî û got ku ji bo aştiyeke civakî ya mayînde divê dewlet bi gelek binpêkirinên mafan ên giran ên di demên berê de re hevrû bibe. Ataş, anî ziman ku ji bo dîsa heman binpêkirin çênebin divê dewlet dev ji polîtîkaya ewlehîparêziyê berde û mekanîzmayên darazê yên bibandor, adilane û serbixwe ava bike. Ataş, wiha bang kir: “Ji bo aştiyê dev ji necezakirinê berdin.”    HATAY   Şaxa ÎHD’a Îskenderûn a Hatayê jî çalakiya Nobeta Aştiyê li dar xist. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Ayten Kilinç di nobetê de got ku ji bo aştiyeke mayîn de divê dev ji necezakirinê were berdan.    MÊRSÎN   Endamên Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li avahiya komeleyê hate gel hev. Serokê Şaxa ÎHD’ê Gazî Încî diyar kir ku di sûcên li dijî mirovahiyê de demborîn nabe û wiha got: “Tekane çareseriya krîzên niha Tirkiye dijî, pêkanîna aştiyê ye.”    AMED    Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Amedê jî çalakî li avahiya şaxê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo herkesî aştî” hat daliqandin. Parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PARTÎ) Meral Daniş Beştaş û Adalet Kaya, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn, Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Şaxa Komeleya 78’an a Amedê, nûnerên Egîtîm-Senê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û nûnerên saziyên sivîl tev li nobetê bûn.    ‘ÇARESERIYA HEMÛ KRÎZAN AŞTÎ YE’    Cîgira Seroka Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku kiryarên derqanûnî û antîdemokratîk dikin ku parastvanên mafan bêhtir bi binpêkirinan re rû bi rû bimînin. Mehmetoglû, wiha dom kir: “Di dozên ji ber binpêkirinên di dema pevçûnan de ji ber neçareserkirina pirsgirêka kurd ji aliyê welatiyan ve hatine vekirin de, nasnameyên etnîkî û tercîhên siyasî yên mexdûran di darizandinan de cih girtine. Her wiha berpirsên cemaweriyê yên ku sûcdar bûne jî, ji ber ‘rewşa hesas a herêmê' ti carî bi cezayên li gorî kiryarên ku kirine re rû bi rû nemane.”   Mehmetoglû wiha domand: “Çareseriya hemû krîzên ku civaka Tirkiyeyê niha dijî, bi avakirina aştiya civakî pêkane. Di avakirina aştiya civakî de gava yekem, rûbirûbûna bi binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên di dema borî de rû dane ye. Rêya çareseriyê dev jê berdana polîtîkayên ewlehiyê yên ku dê bibe sedema binpêkirinên bi vî rengî, danîna mekanîzmayên dadwerî yên bi bandor, adil û serbixwe re derbas dibe.”   Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî di nobetê axivî û da zanîn ku wan tu car dev jî parastina mafan berneda. Beştaş, anî ziman ku aştî li vê herêmê weke nan û av pêwîst e.    ŞIRNEX   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê, "Nobeda Edaletê" ya vê mehê jî li avahiya xwe girt. Li cihê nobedê pankarta "Ji bo aştiyê dest ji bêcezatiyê berdin" hat daliqandin.    Hevserokê Şaxa ÎHD a Şirnexê Esîn Yilmaz di nobedê de axivî. Yilmaz destnîşan kir ku tekane rêya çareserkirina krîzên li Tirkiyeyê aştiyeke civakî ye û got: "Gava ewil a vê aştiyê jî hevrûbûna bi binpêkirinên mafan ên giran ên berê rû dane û destjêberdana ji polîtîkayên ewlehîparêz e û çêkirina mekanîzmayên darazê yêna dil û serbixwe ye."