ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN 2024-01-06 09:00:16   * Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin de axivîn, gotin: "Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe."   * Gonul Kaya ku hevaltiya wê ya bi Sakîne Cansiz a di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hate qetilkirin re kevn e wiha got: “Ew jineke evîndara azadiyê, evîndara têkoşîna afirandina mirovê azad bû.”   * Azad Mîmkara ku demek berê ji girtîgehê derket û li wir di greva birçîbûnê de bû,  anî ziman ku girtiyên siyasî berxwedaneke mezin nîşan dan û got ku divê her kes dengê girtiyan ragihîne û vê berxwedanê li derve mezin bike.    * Rojnamevan Hakan Yalçin ê 4 rojan di bin çavan de ma û hate berdan, destnîşan kir ku bi operasyonên tên kirin rojnamegerî tê hedefgirtin û got: “Em ê rojnamegeriyê bidomînin.”   * Perwerdekara Ma Muzîkê Nûdem Tekîn diyar kir ku wan bi pirtûkên xwe yên rêbaz û rîtmê tiştekî nû afirandiye û got: "Perwerdehiya bi zimanê dayikê li dijî asîmîlasyonê têkoşîneke mezin e."   * Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku desthilat bi ferzkirina îslama sunnî re hewl dide celebeke nû ya mirovan biafirîne û ji bo hemwelatîbûyîneke wekhev îşaret bi têkoşîneke xurt kir.   * Tevî ku 11 meh bi ser erdhejan re derbas bûne jî li Meletiyê pirsgirêkên mexdurên erdhejê nehatinê çareser kirin. Ji bilî pirsgirêka xaniyan, welatî ji ber erdhej û krîza aborî hewl didin di nav xizaniyê de debara xwe bikin.   * Nobetên Edaletê yên TUHAY-DER’ê û malbatên girtiyan li Stenbol, Amed, Mêrsîn û Edeneyê dane destpêkirin dê berdewam bikin. (11.00-18.00)   * Çalakiya ku Şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih û Colemêrgê û malbatên windakiriyan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, bila faîl bên darizandin” her hefte li dar dixin dê berdewam bike. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 980’emîn a bi daxwaza xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan her hefte li Qada Galatasarayê li dar dixin dê pêk bînin. (12.00)    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di salvegera mirina Serokê Giştî yê HADEP’ê Mûrat Bozlak de tev li bîranîna wî ya li ser gora wî ya li Şereflîkoçhîsar a Enqereyê bibe. (12.00)    * Şaxa DAD’ê ya Enqereyê têkildarî êrişa nijadperest a sîstematîk a li wargeha Zanîngeha Koçê ya Stenbolê li xwendekarekî kurd û elewî hate kirin li Cemxaneya Ana Fatma civîneke çapemeniyê li dar bixe. (12.00)     * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê têkildarî pirsgirêkên ku girtiyên nexweş dijîn dê li ber Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)    * Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê kanûnê 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate îlankirin de hatin qetilkirin dê bên bibîranîn. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê 615’emîn “Rûniştina F’yê” li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê were lidarxistin. (13.30)    * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê daxuyaniya çapemeniyê ya hefteya 487’emîn li ber Şaxa ÎHD’a Enqereyê pêk bîne. (13.30)   * Şaxa OHD’a Colemêrgê dê li navçeya Geverê bi serenavê “Encamên civakî û siyasî yên tecrîdê” panelekê li dar bixe. (15.30)