Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin 2024-01-06 09:01:59   WAN - Rojnamevan Hakan Yalçin ê 4 rojan di bin çavan de ma û hate berdan, destnîşan kir ku bi operasyonên tên kirin rojnamegerî tê hedefgirtin û got: “Em ê rojnamegeriyê bidomînin.”   Di 29’ê kanûnê de li Wanê di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê daye destpêkirin de Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin di serdegirtina malê de, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Ji Yalçin xebatên komeleyên yên di dema xwendekariya xwe de endam bû, hatin pirsîn. Pirsa di komeleyê de perwerde dihat kirin yan nedihat kirin ji Yalçin pirsîne. Piştî karûbarên îfadeya Yalçin qediya, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Sûlh Cezayê hate kirin. Yalçin bi şertê kontroka edlî hate berdan. Yalçin ê 4 rojan di bin çavan de ma, anî ziman ku bi operasyonan, rojnamegeriyê hedef digirin.    BI KELEMÇEYÊN BI PIŞT VE 7 SAETAN RÊWÎTΠ   Di berdewama axaftina xwe de Yalçin destnîşan kir ku di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê û kelemçeyên bi pişt ve wî binçav kirine û anî ziman ku li gel serdagirtina malê polîsan dest danîne ser komputer û telefona wî. Yalçin bi bîr xist ku ew di nava salekê de 4 caran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye binçavkirin û wiha axivî: “Vê carê di çarçoveya lêpirsîneke li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê hatiye destpêkirin, ez hatim binçavkirin. Piştî 4 rojan, binçavkirî hatim ragirtin, derketim dadgehê û bi şertê kontrola edlî hatim berdam. Dosye wek pirsgirêk û potansiyeleke bitalûke dihat dîtin û ev 4 sal e hatibû sekinandin. 4 salan derbarê dosyeyê de tu tişt nehat kirin û di 29’ê kanûnê de bi serdegirtina malê de ez hatim binçavkirin.”    DÎNAMÎKÊN CIVAKÊ TÊN HEDEFGIRTIN   Yalçin ê bi kelemçeyên bi pişt ve ji Wanê heya Meletiyê tê birin anî ziman ku binçavkirina rojnamevanan, polîtîkayeke çewisandinê ye û wiha axixvî: “Îro heman polîtîka li ser dînamîkên civakê yên têkoşer jî, tê meşandin. Yek ji dînamîkên civakê ên esasî çepemeniyê ye û li dijî kedkarên çapemeniya azad polîtîkaya bêzerkirin û çewisandinê disepînin. Di hemû pêvajoyên tên meşandin de armanca wan, îzolekirin û bi destê dewletê şîretkirin e. Em rojnameger in, xebatên rojnamegeriyê didin meşandin. Cihê me diyar e, her kesek dizane bê ka em çi dikin. Hema bêje her roj ser navê me nûçe li ser ajansa me tên weşandin. Behsê xeberê eger, berî çar salan eger min ‘sûc’ kiribe, şûna ku li min bigerin, rabin li ser mala min de bigirin, ev nîşan dide ku polîtîkayeteke cudatir tê meşandin.”    ‘OPERASYONA BIRBIRIYÊ TÊ KIRIN’   Di dirêjiya axaftrina xwe de Yalçin da zanîn ku bi operasyonên algiyê dixwazin xebatên rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Di berdewama axaftina xwe de Yalçin bi bir xist ku berî niha jî di lêpirsîneke Serdozberiya Komarê ya Enqereyê hatibû destpêkirin de 12 rojnameger bi operasyona birbiriyê hatin binçavkirin û got: “Tevî min em 9 kes hatin binçavkirin. Rojnameger weke ‘endamên rêxistinê’ dan nişandan. Wekî ku em karên pir veşartî dikin, em hatin tewanbarkirin. Kar û pîşeya me rojnamegerî ye, xebatên me di holê de ne. Em ê di her qadê de pîşeya xwe ya rojnamegeriyê û kevneşopiya Çapemeniya Azad bidomînin.”    Yalçin di dirêjiya axaftina xwe de da zanîn ku hêj jî gelek rojnamevan ji ber xebatên xwe yên rojnemegeriyê girtî ne û tên darizandin. Yalçin bi lêv kir her roj bi ser malên rojnamegeran de digirin, rojnamevan di korîdorên edliyeyê de tên û di pêvajoya herî giran de dijîn. Yalçin di dawiya axaftina xwe de banga tevlibûna danişîna doza Dîcle Muftuoglû ya 18’ê mehê kir.