'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin' 2024-01-06 09:10:42 RIHA - Azad Mîmkara ku demek berê ji girtîgehê derket û li wir di greva birçîbûnê de bû,  anî ziman ku girtiyên siyasî berxwedaneke mezin nîşan didin û got ku divê her kes dengê girtiyan ragihîne û vê berxwedanê li derve mezin bike.    Li gorî daneyên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Riha Li girtîgehên Tîpa T yên Hejmar 1 û 2 yên Rihayê û Tîpa T a Hejmar 2 ya Sêwregê herî kêm 49 girtiyên nexweş hene ku 24 ji wan nexweşîna wan giran e. Li girtîgehên Tîpa T yên Hejmar 1 û 2 yên Rihayê serbestberdana herî kêm 11 girtiyan tevî ku cezayê xwe temam kirine jî, bi biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê hatın taloqkirin.   Azad Mîmkara (23) ku beriya hefteyekê ji Girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Rihayê derket, bal kişand ser bêhiqûqîtiya li girtîgehê û berxwedana girtiyên ku 41 roj in di greva birçîbûnê de ne.   Mîmkara ku di 13'ê Sibata 2020'an de li Sêwregê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, piştî ku 6 sal û 3 meh cezayê lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin ji girtîgehê derket. Mîmkara diyar kir ku ji ber xebatkarê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bû hatiye girtin û got: “Ji ber ku min xebatên ciwanan ên HDP’ê dimeşand, hatim girtin. Nehiştin em siyasetê bikin. Dosyeya der barê min de ji ber ku tê de delîlên şênber tune bûn, li Dadgeha Bilind hat xerakirin."   GIRTIYÊN NEXWEŞ   Mîmkara bilêv kir ku şert û mercên girtîgehê her roj ji bo girtiyan dijwartir dibin û got: “Tecrîd tenê bi Îmraliyê re sînordar nîn e, li hemû girtîgehan bi awayekî herî giran xwe dide der. Ji tundiya fizîkî bigire heta tundiya derûnî 4 salan rastî gelek binpêkirinên mafan hatim." Mîmkara bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan û got: “Girtiyên nexweş zehmetiyên mezin dikişînin. Di sewqkirina nexweşxaneyê de jî muameleya xerab li wan tê kirin. Lêgerîna devkî, pêkanînên derxistina pêlavan tên ferzkirin. Lêgerîna tazî jî di nav de gelek tişt tên ferzkirin. Ji ber ku hevalên me vê yekê qebûl nakin, car caran leşker wan dizîvirînin û nikarin biçin nexweşxaneyê. Leşker dema diçin nexweşxanê tevî ku doktor ji wan re dibêjin kelemçeyan vekin jî, leşker kelemçeyan venakin. Ev yek bi xwe hat serê me. Gelek caran hevalên me rastî tundiya fizîkî hatin. Li girtîgehê bi dehan girtiyên nexweş hene û ne mimkûn e ku li hundir tedawiya wan bê kirin. Girtiyên nexweş bi tena serê xwe nikarin bijîn. Bêyî alîkariya hevalan nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin."   Azad Mîmkara   DAXWAZNAMEYÊN WAN NEHATINE BERSIVANDIN   Azad Mîmkara diyar kir ku daxwaznameyên wan ên têkildarî binpêkirinên mafan bêbersiv mane û got: “Me her hefte bi dehan daxwaznameyên gilîkirinê dinivîsand, lê belê me nedizanî ka gelo gihaştine muxatabên xwe yan na. Ji ber ku tu carî hejmara daxwaznameyê nedidan me. Hin gardiyanan ji me re digot ku daxwazname hatine avêtin. Digotin, 'Hûn belesebeb dinivîsin, hûn kê giliyê kê dikin.'Tu mekanîzmayeke ku girtî li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe ragihînin tune ye."    EŞYAYÊN LI KANTÎNÊ YÊN LI DERVE BIHATIR IN   Her wiha Mîmkara diyar kir ku berhemên ku li kantîna girtîgehê tên firotin bi fiyetên biha tên firotin û ji ber vê jî girtî di warê aborî de zehmetiyan dikişînin. Mîmkara wiha berdewam kir: “Girtî bi zehmetiyên aborî re rû bi rû ne. Her tişt pir biha ye. Berhemên tên firotin ji yên li derve bihatir in. Malbatên hin girtiyên di girtîgehê de ne li Tirkiyeyê ne. Girtiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene û rewşa wan a aborî ne baş e. Girtî bi piştevaniyê hewl didin pêdiviyên xwe dabîn bikin, lê ji ber bihabûna fiyetan zehmetiyan dikişînin. Xwarinên ku ji hêla girtîgehê ve tên peydakirin ne baş in û xiramaja wan hindik e."    ‘GUH LI QANÛNAN NAKIN'   Mîmkara anî ziman ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê berdana girtiyên ku înfazên xwe temam kirine bi hincetên keyfî taloq dike û got: “Poşmanî tê ferzkirin. Li ser girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ne ferzkirina poşmaniyê bêexlaqîtî ye. Niha li girtîgehên Rihayê herî kêm înfaza 11 girtiyan hatiye şewitandin. Tevî ku cezayên wan qediyane jî cezayên dîsîplînê wekî hincet nîşan didin. Ev ceza ji ber sedemên pûç tên dayîn. Her hefte di bin navê lêgerînê de davêjin ser qawîşan û eşyayên wan tên belawelakirin. Radyoyên ku li kantînê tên firotin û girtî distînin jî hefteyek şûnde bi hinceta'qedexe ne' tên desteserkirin û cezayên hucreyê tên birîn. Ji ber vê sedemê serbestberdana gelek kesan hat taloqkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê guh li tu qanûnan nake."    ‘DIVÊ HER KES BIBE DENGÊ GIRTÎGEHAN'   Mîmkara bal kişand ku girtî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 41 roj in di greva birçîbûnê de ne û got ku di dema çalakiya greva birçîbûnê de ji ber ku hatiye berdan xemgîn e.    Mîmkara diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Kanûnê de li girtîgeha ku ew lê bû, li 2 qawîşan dest pê kiriye û got: “Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîd bi dawî bibe û birêz Ocalan bi awayekî fizîkî azad be. Ji ber ku li hemberî tecrîda li Îmraliyê deng baş nehat derxistin li hemû girtîgehan belav bû. Ger li dijî tecrîda ku îro li hemû girtîgehan belav bûye baş deng neyê derxistin, dê li hemû qadên jiyanê belav bibe. Em jî dibînin ku hêdî hêdî belav dibe. Divê her kes bibe dengê girtiyan. Li hundir berxwedaneke mezin heye, divê li derve jî ev berxwedan mezin bibe. Di vê pêvajoyê de divê her kes erka xwe bi cih bîne."   MA / Emrûllah Acar