Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne 2024-01-06 09:12:24 STENBOL- Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku desthilat bi ferzkirina îslama sunnî re hewl dide nifşekî nû yê mirovan biafirîne û ji bo hemwelatîbûyîneke wekhev îşaret bi têkoşîneke xurt kir.   Elewiyên ku di dîrokê de her tim rastî qirkirinê hatine, di serdema desthilata AKP'ê de li dijî qirkirina siyasî û çandî têdikoşin. Îmam, waiz, pisporên xizmetên olî û qursên Quranê ku bi projeya "Ez ji bo hawirdora xwe hestyar im, xwedî li nirxên xwe derdikevim (ÇEDES)"  li dibistanan hatin bicihkirin, "perwerdeya nirxan" didin xwendekaran. Her wiha bi Serokatiya Çand û Cemxwaneyê ya Elewî Bektaşî ya di bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê de hatiye avakirin jî, tê xwestin elewî ji hev bên belawelakirin.    Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan diyar kir ku desthilat bi projeya ÇEDES'ê û Serokatiya Çandê û Cemxaneyan a Elewî Bektaşiyan dixwaze elewiyên xwe biafirîne û got ku dê têkoşîna wan ê rêxistinbûyî ya li dijî van polîtîkayan bidome.    POLÎTÎKAYÊN VEDERKIRINÊ   Doganê bilêv kir ku piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên navenda wan Mereş, elewî careke din bi polîtîkayên dewletê yên vederkirinê re rû bi rû mane û got ku di vê heyamê de saziyên elewiyan deriyên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine. Doganê diyar kir ku di heman demê de wan tora piştevaniyê ava kiriye û ji bo cebiradina birînan xebatine girîng kirine.    Doganê destnîşan kir ku tora piştgiriyê ya li herêma erdhejê hat avakirin careke din girîngiya piştevaniyê daye der û got ku ji nû ve avakirina herêmê bi piştevaniyê pêkan e.    FERZKIRINA ÎSLAMA SUNNÎ   Dogan anî ziman ku desthilat hewl dide ku baweriya Elewiyan li hemberî ferzkirinên Îslama Sunnî biparêze û got ku ev ferzkirinên ku bi avakirina Komarê dest pê kirin, îro jî bi awayekî din dewam dikin. Doganê wiha pê de çû: “Asîmîlasyon bi dersên mecbûrî yên olî û bi taybetî ÇEDES’ê didome. Tişta ku ji ÇEDES'ê derket ew bû ku îmam wekî mamosteyê şêwirmendiyê tayinkirin. Her zarokê ku em wan dişînin dibistanan, melayekî ji xwe re mînak digire û bi vî awayî armanc ew ku fikirên meleyan û yê malbatê pev biçin. Ev heyameke asîmlasyoneke mezin e. Rewşeke têra xwe xetere ye."    Doganê da zanîn ku desthilat polîtîkaya "hilberîna nifşekî nû yê mirov" dimeşîne û wiha got: "Hewl didin civakeke ku îtaet bike, nepirse û xwe bi temamî teslîmî îmaman û vê zîhniyetê bike ava bikin. Ev dê karê rejîma qesrê hêsantir bike. Lê wê civaka Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibe. Her wiha Wezîrê Perwerdeyê jî dibêje ku wan bi terîqat û cemaetan re protokol îmze kirine. Ev tê wê wateyê ku dê perwerde bi temamî ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve bê kirin. Di bin banê Wezareta Çandê de Serokatiya Çandê û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşî ava kirin. Bi vê yekê re dixwazin civakê xizan bikin û cemxaneyan têxin bin kontrola dewletê."    ‘ELEWÎTÎ JI DEWLETÊ DÛR E'   Doganê destnîşan kir ku dewlet hewl dide elewîtiyê di ser senteza Tirk-Îslamê re ji nû ve pênase bike û got: “Di vê demê de erka DAD'ê û saziyên din ên elewiyan ew e ku civakbûna xwe ya rêxistinbûyî ava bikin û li dijî vê berxwedanê geş bikin. Divê Pîr û dedeyên me tenezulî mûçeyê dewletê nekin û zanibin ev ne elewîtî ye. Bi rastî jî elewîtî dûrî dewletê ye. Elewîtî jiyaneke komînal e ku pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser dike. Ger baweriyek bi dewletê ve girêdayî be, ew êdî di bin kontrola dewletê de ye. Elewîtî nikare vê qebûl bike."   HEMWELATÎBÛNA WEKHEV   Dogan diyar kir ku ew ê di serdema nû de ji bo welatîbûna wekhev xebatên rêxistinî xurtir bikin.   MA / Omer Îbrahîmoglû