Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir 2024-01-06 10:33:54   MÊRSÎN - Daîreya 3’yêmîn a Dadgeha Bilind a Cezayê ji ber dirûşmeye “Ocalan” berz kiriye cezayê Tahîr Tûgrûl ê bi îdiaya “propaganda rêxistinê” hatiye birîn, derveyî hiqûqê dît û xera kir.    Tahîr Tûgrûl di sala 2014’an de di çalakiyên protestokirina êrişên ser Kobanê dihatin kirin de ji ber dirûşmeya “Ocalan” berz kiribû, hatibû girtin. 4’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Mêrsînê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derbarê Tûgrûl de 6 meh ceza birî. Piştî îtîrazê dosyeyê ji 3’yemîn Daîreya Dadgaha Bilind a Cezayê re hate şandin û dadgeh, diyar kir ku ji ber wek qanûnî sûc nehatiye kirin, cezayê hatiye birîn derveyî hiqûqê dît û biryarê betal kir.    TEV LI DANIŞÎNÊ NEBÛ, CEZA ERÊ KIRIN   Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê derbarê Tûgrûl ê dirûşma “Ocalan, Ocalan” berz kiriye û M.Ç., T.A. û M.T. yên dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” lêpirsîn hate destpêkirin û bi heman îdiayan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê doz hate vekirin. 4’emîn Dadgaha Cezayê Giran a Mêrsînê derbarê M.Ç. de biryara beraetê, derbarê M.T. de taloqkirina cezayê da û 10 meh cezayê hefsê cuda cuda li Tûgrûl û T.A. birî.   Têkildarî biryarên hatine dayîn de, di sala 2017’an de serlêdana îstînafê li Daîreya 2’yemîn a Cezayê ya Dadheha Herêmê ya Edliyeya Antalyayê hate kirin. Daîreya 2’yemîn a Cezayê ya Dadgeha Herêmê ya Edliyeya Antalyayê ji ber tev li danişînê nebûne, biryarên hatine dayîn erê kir û derbarê T.A. û M.T. de jî li gorî madeya 280/2 biryara beraetê da.    MAFÊ TEVLIBÛNA DADGEHÊ HAT BINPÊKIRIN   Tûgrûl sala 2017’an de bi îdiaya “Mafê tevlîbûnê yê dadgahê hatiye binpêkirin” serî di Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê ji ber “Rêyên serîlêdanê nehatine qedandin” serlêdana hatiye kirin red kir. Li ser vê yekê Tûgrûl bi rêya parêzerê xwe Mehmet Altûntaş di 27’ê îlona 2021’an de serî li Dadgeha Bilind da. Di 5’ê çileya 2024’an de 3’yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgaha Bilind diyar kir ku şert û mercên sûcê “propagandaya rêxistinê” çênebûne û cezayê hatiye birîn betal kir.    EV DIRÛŞM NE SÛC IN   Parêzer Altûntaş derbarê têkoşîna hiqûqê ya hatiye meşandin de axivî û wiha got: “Ewilî kerê me didin windakirin, piştre jî bi me didin dîtin. Pevajoya ku em dijîn wekî vê rewşê ye. Ev dirûşm bi tu awayî sûc nîn in, divê nebin jî, lê belê di asta em hatine de, mekanizmaya edaletê ewqas xirab dimeşe ku, em ji ber biryarên bi vî awayî kêyfxweş dibin. Aliyê xirab ê meseleyê ew e ku tevî Tûgrûl hezaran kes ji ber birayarên wiha xirab mexdûr bûn û hêj jî dibin. Berdin di dewleta hiqûqê de ev tişt werin jiyîn, cihê ku misqala hiqûqê hebe jî divê tiştên wiha neyên jiyîn.”