Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin 2024-01-06 12:22:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê piştî hilbijartinên derbasbûyî Artêşa Iraqê hinek malbatên kurd bi darê zorê ji xaniyên wan derxistin li şûna wan malbatên ereb xistin xaniyan. Rojnamevan Birwa Assad destnîşan kir ku dixwazin li Kerkûkê rêveberiyeke bêyî kurd ava bikin û anî ziman ku PDK jî tev li van polîtîkayên dijî kurdan dibe.    Nîqaşên li ser hilbijartina 18’ê kanûna 2023’yan a li Iraqê hatiye kirin berdewam dikin. Tevî 13 bajarên Iraqê û li Mûsilê piştî 10 salan, li Kerkukê jî piştî 18 salan hilbijartin Meclisa Giştî hate kirin. Navendên herî girîng ên vê hilbijartinê Mûsil û Kerkuka ku piranî kurd tê de dijîn bûn. Taybetî jî serkeftina hilbijartinê ya Yekitiya Niştimanperwerên Kurdistanê (YNK) pêşî Tirkiyeyê PDK’ê û hin komên ereban aciz kir.    Li Kerkukê YNK’ê 5, PDK’ê 2, Eniya Tirkmenan 2 kursî bi dest xistin. Kursiyên din jî Tifaqên Ereban di nava xwe de parve kirin.    TAXA NEWROZÊ YA KURD LÊ DIJÎN    Piştî hilbijartinê di 31’ê kanûnê de erebên sunnî ji bo Meclîsa Giştî ya Kerkukê tifak ava kirin. Piştî tifaq hate avakirin di 2’yê çileya de Artêşa Iraqê ket nav taxa Newrozê ya ku kurd lê dijîn û ji kurdan hat xwestin ku avahiyên xwe vala bikin. Kurdên li taxa Newrozê dijiyan, piştî xistina rejîma Baasê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê dîsa vegeriyan xaniyên xwe. Bi fermana dadger Lewis Paûl Bremer di sala 2003’yan de hezaran mal li ser Wezareta Maliyeyê ya Iraqê hatin tescîlkirin.    Artêşa Iraqê avahiyên 7 malbatên kurd xalî kir û di 4’ê çileyê de 7 malbatên ereb di van xaniyan de bi cih kir. Li gel vê yekê hêzên aratêşa ferman da ku ji 100’an zêdetirî xanî werin valakirin. Şêniyên taxê li hember vê biryarê nerazîbûnên xwe nîşan dan û rewş metirsyar e. Ji ber gelek kurd dagirkirina xaniyên xwe qebûl nekirin, hatin binçavkirin.   FERZKIRINA ALÊ    Li aliyekê Artêşa Iraqê xaniyên kurdan vala dike û malbatên ereb dixe şûna wan, li aliyê di Midûriyeta Perwerde ya Kerkûkê di 4’ê çileye de xwest ku li hemû dibistanên li Kerkûkê tenê ala Iraqê were daliqandin û têkildarî fermanê ji dibistanan kurd, tirkmen, suryan û ereban re nivîs şand. Li taxa Newrozê rewşa metirsyar berdewam dike û li aliyê din bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re hevdîtin tên kirin.    Rojnamevan Birwa Asasd têkildarî geşedanên li Kerkukê axivî.    TIRKIYE LI KERKUK’Ê RÊVEBERIYEKE BÊYÎ KURD DIXWAZE   Asaad bi bîr xist ku piştî hilbijartina Giştî ya Meclisa Iraqê tu kes bi tena serê xwe piraniya kursiyên meclise bi dest nexist û heya niha tenê 3 komên ereban di nava xwe de tifaqê ava kirine. Asaad da zanÎn ku hin komên tirkmenan li dijî kurdan dixwazin bi ereban re tifaqê bikin û got: “Ev tirkmen li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê tevdigerin û dixwazin polîtîkayên Tirkiyeyê li Kerkukê bidomînin. PDK jî li gel erebên sunnî yên şoven tevdigere û bi tirkmenên piştgiriya Tirkiyeyê dike re tevdigere. Ew dixwazin li Kurkukê rêveberiyekê ava bikin.”    TAXA NEWROZÊ LI BER XWE DIDE   Asaad da zanîn ku li Kerkukê tevî PDK’ê dijberiyeke kurdan bi rêyên cuda tê domandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî tê zanîn taxa Newrozê ya li Kerkukê taxa kurdan e. Ji ber destketiyên kurdan ji dest bistînin dixwazin ereban li cihê ku kurd dijîn bi cih bikin. Artêşa Iraqê li gorî daxwazên erebên şoven tevdigere û taxa dagir dike. Heya niha nekarî vê yekê pêk bîne. Gelê Kerkukê, taybetî jî şêniyên taxa Newrozê li dijî vê yekê li ber xwe dide. Gel destûr nade ereban têxin xaniyên kurdan û rabû ser piya. Polîsê Kerkukê jî ket navbera gel û hêzên artêşê. Polîs ji bo ku gelê kurd biparêze taxê dorpêç kiriye.”   Assad destnîşan kir ku heya niha hevdîtinên di pêşengiya YNK’ê de hatine kirin de tu encam pêş neketin û wiha derbirî: “Hêzên artêşê hêj jî di nava taxê de ne. Berxwedana gel dagirkeriyê da sekinandin. Em li bendê ne ku di nava du rojan de encamek derbikeve. Ji ber ev tişta tê kirin ne dagirkirina arêşa Iraqê ye. Ev hêz li gora serê xwe dikeve taxê û dagir dike. Ev jî ne kareke qanûnî ye.”    TIRK TIRKMENAN SOR DIKIN   Di dirêjiya axaftina xwe de Asaad da zanîn ku Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe partiyên tirkmenan tîne cem hev û wiha derbirî: “Tirkiye dixwaze li gora daxwaza xwe rêveberiya Kerkukê diyar bike. Ev yek ne bi dilê gelê Kerkukê ye ne jî bi dilê tirmenan e. Ji ber ev sed sal in kurd, ereb, tirkmen bi awayeke aştiyane dijîn. Tirkiye dixwaze vê yekitiyê xera bike. Di çarçoveya vê polîtîkayê de Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi Berpirsê Eniya Tirkmenan Hesen Tûran re hevdîtinek pêk anî. Piştî vê hevdîtinê Tirkmen jî xwestin bi ereban re peymanê çêbikin. Tirkiye dixwaze li Kerkûkê rêveberiyeke girêdayî xwe ava bike. Vê yekê jî bi destê erebên şoven û PDK’ê dike. Taybetî jî YNK bi awayeke zelal li hemberî vê yekê derket.    ‘PDK DIBE KU DESTKETIYÊN KURDAN TUNE BIKE’   Asaad bilêv kir ku eger tifaka kurdan li Kurkukê ava nebe dê krîz kurtir bibin û got: “Li Kerkukê YNK 5, PDK jî 2 kursî stendin. Kursiyekê jî xiristiyanan bi dest xistin. Yê ku ji kotaya xirîstiyanan hatiye hilbijartin jî dê piştgiriyê bide YNK’ê. Eger PDK bi Tirkiye û erebên şoven re tevnegerê, dê kurd karibin  li Kerkukê reveberiyêkê ava bikin. Lê belê gotinek heye. PDK dixwaze bi tirkmen, erebên şoven re li hev bike. Dixwazin ku rêveberiyeke ku îradeya gelê kurd tune dihesibîne ava bikin.”   MA / Omer Akin