Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe 2024-01-06 12:44:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan, anî ziman ku ew jî di nav de çar zanyarên erdhejê li bendê ne ku li Colemêrgê bi pileya 7’an erdhejek çêbibe.    Li Colemêrgê di 31’ê kanûna 2023’yan li ser hev sê erdhej çêbûn. Erdhejên ku navenda wan navçeya Geverê ji aliyê AFAD’ê ve bi pileyên 4.4, 3.5 û 4.5 hatin ragihandin.    Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan piştî van erdhejan bi parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal têkildarî bajarî hişyarî da.     Ercan, diyar kir ku care ewile ku ew jî di nav de 4 zanyarên erdhejê li bendê ne ku li bajar bi pileya 7’an erdhej çêbibe.    Prof. Dr. Ercan di parvekirina xwe de ev hişyarî kir: “Ez di nav de 4 zanyarên erdhejê li hev hatin ku li Colemêrgê erdhejeke li dora 7’an çêbibe. Fizîknasê erdê Prof. Dr. Ovgun Ercan û jeolog Prof. Dr. Okan Tuysuz, Prof. Dr. Nacî Gorur, Prof. Dr. Dogan Perînçek. Divê di warê veguherîna bajarî de dorê bidin Colemêrgê.”   Ben başta olmak üzere, 4 deprem bilimci ilk kez Hakkari'de M7 dolayında bir deprem beklendiği konusunda uzlaştılar: Yerfizikçi Prof. Dr. Övgün Ercan ile Yerbilimciler: Prof Dr Okan Tüysüz, Prof Dr Naci Görür, Prof Dr. Doğan Perincek. Hakkari kentsel dönüşüm önceliği almalı. — Prof. Dr. Övgün Ahmet Ercan (@ovgunaercan) January 4, 2024   DI ERDHEJA 1930’AN DE 2 HEZAR Û 514 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA   Li bajarê ku li ser xeta erdhejê ya asta yekemîn e, di 7’ê gulana 1930’an de bi pileya 7.2’yan de 2 hezar û 514 kesan jiyana xwe ji dest dabû û xesar gihiştibû dora 3 hezar avahiyan.