Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin 2024-01-06 13:06:48 AMED - Ajokarê mînîbûsê Serkan Aslan ê di encama gulebarana bêserûber a li semta Ofîsê de bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Ajokarên otobus û mînîbûsan kontek girtin û tev li merasîma cenazeyê Aslan bûn.    Du bi şev saet 19.00’an de li ser Cadeya Yaşar Kemal a li semta Ofîsa Bajarê Nû ya Amedê, du kesên nasnameya wan nediyar bi awayeke bêserûber 7-8 gule li dora xwe barandin. Di encama gulebaranê de ajokarek û peyayek birîndar bûn. Hat zanîn ku rewşa peyayê birîndar bûye, baş e.    Ajokarê 28 salî Serkan Aslan ê ji serê xwe bi giranî birîndar bûbû, di nexweşxaneya lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da.    Aslan di Goristana Yenîkoya li navçeya Rezanê hate veşartin. Ajokarên otobusên taybet ên gel û munîbusan kontak girtin û tev li merasîma cenazeyê bûn. Piştî ku Aslan hate veşartin ajokarên otobus û mînîbûsan heya semta Ofîsê wek konvoy hatin. Ajokaran bertek nîşanî rewşê dan û destnîşan kirin ku beriya niha jî bûyerên bi vî rengî qewimîne.   Herwiha hat zanîn ku 2 kesên gule li derdorên xwe barandine û ji cihê bûyerê reviyane, hêj jî nehatine girtin.