Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn 2024-01-06 15:28:15   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, tev li merasîma bîranînê ya li ser gora siyasetmedarê kurd Mûrat Bozlak hate lidarxistin bû.    Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) a di sala 2003’yan de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hate girtin Mûrat Bozlak, di salvegera mirina xwe ya 9’emîn de li ser gora xwe ya li Şereflîkoçhîsara Enqereyê hate bibîranîn. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) Tûncer Bakirhan û endamên partiyê tev li bûn.    Tûncer Bakirhan ê li ser gora Bozlak axivî wiha got: “Heke em karibin li cem şehîdên xwe bisekinin, ku di dema borî de ji bo ziman, çand, maf û hebûna xwe ya wekhev têkoşiyan û ji bo me gelekî hêja ne, ev yek dikare were wateya tiştekî. Heke em bikarin têkoşîna wan zindî bihêlin ev yek dikare were wateya tiştekî. Taybetmendiya me ya herî girîng ku bi salane me li ser piyan dihêle, piştevaniya me ya bi hevrêyên xwe yên ji paşerojê heta niha ked dane û niha ne di nav me de ne ye. Em ê vê herdem bikin, em ê ji bîr nekin.”   ‘MÛRAT BOZLAK PÊŞIYA ME VEKIR’    Bakirhan, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Mûrat Bozlak di heman demê de mamosteyê me bû. Min di temenekî ciwan de firsend dît ku pê re bixebitim. Em ji memleket hatibûn, nû bûn, ecemî bûn. Ji me re birayekî mezin, serok, heval û hevrêyek bû. Ji bo ku em vê meseleye bi awayekî wêrek û biryardar biparêzin rê nîşanî me da, pêşiya me vekir. Me bi hev re di demekî dirêj de siyaset kir. Hevrêyekê me yê binirx û hêja bû.   Em soz didin hevrêyê xwe; heta ku ji vê têkoşîna mafdar û wan daye destpêkirin bi encam bibe; heta ku kurd, kedkar, bindest bibin xwediyê mafên wekhev em ê bibin şopdarên vê têkoşînê. Hêvî dikim ku em ê di demekî nêzîk de pirsgirêka kurd ku armanceke mezin a Serokê me yê Giştî Mûrat Bozlak jî bû pêk bînin.    Hêvî dikin ku demildest ewilî li ser vê axê li Tirkiyeyê komareke demokratîk ava bikin. Careke din di kesayeta Mûrat Bozlak de em hemû nirxên xwe yên zarokên van axa ne û weke Faîk Candanan, Mehmet Sîncaran û Apê Mûsayan ked dane, bedel dane, şehîd ketine, jiyana xwe ji dest dane bi rêz û minet bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê di vê rêya ku ji aliyê wan ve hatiye vekirin de heta dawiyê alayê bi rengekî serketî û bi rûmet hilgirin.”