DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin? 2024-01-06 16:01:46   ENQERE - Rêveberên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan têkildarî êrişa nijadperest a li dijî xwendevanê kurd ê elewî hatiye kirin pirsîn: “Ma we serî li rêya girtina bûyerê da.”   Şaxa Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) a Enqereyê li dijî êrişa nijadperest û sistematik a di Zanîngeha Koçê de li dijî xwendavanên kurd û elewî hatiye kirin, daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Daxuyaniya di avahiyê komeleyê de hatiye kirin de pankarta “Em li hemberî êrişa li dijî bawerî û nasnameya me hatiye kirin in” hate vekirin. Daxuyaniyê Hevseroka Cemxaneya Dayika Fatmayê, Melehat Teke xwend.     Teke destnîşan kir ku di nava sala 2023’yan de li dijî kurdan, elewiyan û penaberan herî kêm 208 êrişên nijadperest û cihêkariyê hatin kirin û got: “Êrişa Zanîngeha Koçê jî ser şopa van êrişan e û em dereng be jî vê bûyera sosret a lînçkirinê hîn bûn.    Teke destnîşan kir ku piştî bûyerê di zanîngehê de lêpirsîneke adîlane nehatiye meşandin û van pirsan ji rêveberiya zanîngehê pirsî:    “We wekî ku parêzerê mexdûr ragihandiye li hember gotinên wekî ‘Hûn neteweya jêr in. Divê hûn ji holê werin rakirin. Divê hûn qebûl bikin ku hûn kole ne. Divê hûn îtaetê bikin. Heke tu ji vir neçî em ê te bikujin’ çi kir. Li gel vê çav, rû û zikê xwendevan hatine perçekirin. We têkildarî van tiştan çi kir. We qeydên dengan ên ji we re hatine şandin çawa nirxand. Gelo we serî rêya girtina bûyerê da?”   ‘KURD Û ELEWÎ XWEDIYÊ VAN AXAN ÊN ESLÎ NE’   Teke diyar kir ku divê lezgînî bersiva van pirsan were dayîn û wiha pê de çû: “Heya ku ev bûyer nehat mehkûmkirin û berpirsên wan nehatin darizandin dê rê li ber bûyerên olperest û netewperest were vekirin.” Teke da zanîn ku kurd xwediyê van axan ên eslî ne û wiha axivî: “Dê tu ferasetên nijadperest dê nikaribe rastiya van axan a pirrengî bike yek reng.”