Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan 2024-01-06 16:57:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Parazvanên mafên mirovan ên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê derketin kolanan, ji bo girtiyên nexweş bên berdan bang li rayedaran kirin.    Parazvanên mafên mirovan bi daxuyaniyên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dan, bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Zulfu Mûtlûturk, Erdal Boztaş û Gurbuz Topçû û xwestin demildest bên dermankirin û bên berdan.   STENBOL   Şaxa ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku girtî Zulfu Mûtlûturk ê ji sedî 78 astengdar nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û ji bo parastina mafê jiyanê ya girtiyên nexweş rayedar vexwendin peywîrê.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 615’emîn çalakiya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleyê pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtî Zulfu Mûtlûturk ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê tê ragirtin.    Di daxuyaniya ku pankartên “Tedawî maf e nikare were astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Zulfu Mûtlûturk were berdan” hatin vekirin de Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û gelek aktîvîstên mafên mirovan lê amade bûn.    JI SEDÎ 78 ASTENGDAR E   Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Taylan Bekîn ê vê hefteyê metna çapemeniyê xwend, diyar kir ku ji ber di sala 2006’an de xwîn çûye ser mejiyê Zulfu Mûtlûturk emeliyat bûye û qala pêvajoya tedawiya wî kir. Bekîn, da zanîn ku lijneya tenduristiyê ya nexweşxaneyê ji ber nexweşiya MS (Multipl Sklaroz) rapora ji sedî 76 astengdar daye Mûtlûturk. Bekîn, bi lêv kir ku ji ber tedawî û lênêrîna Mûtlûturk di şertên girtîgehê de nepêkane jiyan û tenduristiya wî di bin rîskeke giran de ye û ev tişt got: “Mûtlûturk di vê mijarê de daxwaza taloqkirina înfazê kiriye lê hêj bersiveke erênî nedanê.”   RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BERSIVÊ NADE DAXWAZNAMEYAN   Bekîn, agahiyên ku xwişka Mûtlûturk bi komîsyona wan re parvekirin jî wiha ragihandin: “Em çûn cem dozgerê girtîgehê û rewşa kekê min zehmetiyên dikişîne vegotin û raporên nexweşxaneyê nîşanî wan dan. Dozger got divê nexweşekî di vê rewşê de bê berdan, ji ber nexweşiyên wan daxwaznameyan bidin em ê eleqedar bin. Esas kekê min ji bo were berdan ji rêveberiya girtîgehê re daxwazname nivîsandiye. Niha em bi parêzerekê re axivîn, dê daxwaznameya berdanê bide. Hêvî dikim ku were berdan.”   Bekîn, anî ziman ku divê Mûtlûturk û hemû girtiyên din ên nexweş bên berdan û rayedar vexwendin peywîrê û raya giştî jî vexwend ku hestiyar bin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” , “Tedawî maf e nikare were astengkirin” bi dawî bû.    ÎZMÎR    Li Îzmîrê jî endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyekê bang li rayedaran kir ku girtiyê nexweş Gurbuz Topçû yê di Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê tê ragirtin were dermankirin.    Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin, rêxistinên girseyî yên demokratîk, saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî jî piştgirî dan daxuyaniya li ber Sumerbanka Kevin a Konakê hate dayîn. Di dema daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nebe, nebe hevkarê sûc, dimirin” hate vekirin.    Hevserokê ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ê daxuyanî da derbarê rewşa tenduristiyê ya Topçû de agahî dan û qala nexweşî û dermankirina wî kir. Aydin, da zanîn ku dewlet bûye sedem ku Topçû çavekî xwe winda bike û got: “Heke îhtîmaleke biçûk jî hebe ku Topçû li derveyî welat were dermankirin divê ev yek were nirxandin. Rayedar ji vê berpirsyar in.”   ENQERE    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê jî di hefteya 487’emîn a çalakiya xwe de bal kişand ser rewşa nexweşê penceşêrê Erdal Boztaş.    Di daxuyaniya li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê hate kirin de pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin” hate vekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen agahî da ku qasî tespîtkirine 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene.    ‘4 MEH IN QET NAYÊ DERMANKIRIN’    Çevîrmen, qala pêvajoya girtin û dermankirina girtiyê nexweş Erdal Boztaş kir.    Çevîrmen, da zanîn ku Boztaş di 23’yê kanûna 2023’yan de bi malbata xwe re bi telefonê axivî ye û ragihandiye ku 7 meh in nebirine endoskopiyê, randevûyên wan ên endoskopiye hatine betalkirin û 4 meh in qet nehatiye dermankirin û dermanên wî nedane wî.    Çevîrmen herî dawî wiha got: “Ji ber rewşa wî her ku diçe giran dibe, nikare di girtîgehê de bimîne. Em daxwaz dikin ku bila endoskopiya Erdal Boztaş û hemû tetkîkên din ji ber penceşêra mîdeyê û komî ya di zikê wî de bên kirin, dermanên ku pêwistiya wî pê heye bên dayîn, astengiyên li pêşiya serlêdanên wî bên rakirin û sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 2’yan a Sîncanê bê kirin ku diyar dike şert û mercên wê baştir in û di vê pêvajoyê de dîsa cezayê lê hatiye birîn bê taloqkirin.”