Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin 2024-01-06 17:13:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Di Nobetên Edaletê de careke din daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hate berzkirin. Dayikên Aştiyê di çalakiyên nobetê de bi skeça xwe ya “Dadger-Girtî” henekên xwe bi pergala darazê kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 mehan e tu agahî jê nayên wergirtin hatine destpêkirin di roja 41’emîn de berdewam dike.   Di çarçoveya kampanyayê de malbatên girtiyan li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê bi çalakiyên Nobetên Edaletê dane destpêkirin.    EDENE    Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 34’yemîn de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê hatin serdana çalakgerên nobetê.    Ji Çalakgeran nobetê Fatma Çig destnîşan kir ku di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, hemû girtî û civak di bin tecrîdê de ne. Çig da zanîn ku ew mirinê naxwazin, aştiyê dixwazin û wiha axivî: “Em azadiyê dixwazin. Azadiya Rêberê xwe û hemû girtiyan dixwazin. Em ê heya Rêberê me azad dibe têbikoşin.”   Xizmên girtiyan bi listika xwe ya “Dadger-Girtî” tinazên xwe bi pergala darazê ya tirkan kirin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nebe” berz kirin.    MÊRSÎN     Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (TUAY-DER'a Çûkûrovayê) hatiye destpêkirin jî 34 roj in didome. Di çalakiya ku gelek dayikên aştiyê tev li bûn de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bilêv kirin.    Di çarçoveya Nobetê de dê îro panela “Em bi têkoşerên li dijî tecrîdê re, tecrîdê diaxivin” were organîzekirin. Dê di panele de wek axiver Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan, endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey û parêzera endama Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Rezan Sarica cih bigire.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Esenlerê didome di roja 25’emîn de ye. Xizmên girtiyan îro jî pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û dest bi nobetê kirin. Di eywana çalakî lê tê lidarxistin de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî ji girtîgehan re bibin deng.” hate daliqandin.    Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) rêveberên Rêxistnên navçeyên Fatîh û Zeytînbûrnû hatin serdana çalakgerên nobetê. Di serdanê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Di serdana nobetê de ji bo ku zûtir encam werin girtin banga tevlîbûnê li rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hate kirin.    WAN   Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 33’yan de didome. Endamên Şaxa Platforma KESK’ê ya Wanê, rêxistina DEM Partiyê ya Artemêtan û gelek welatî piştgirî dan çalakiyê.      Di çalakiya nobetê de Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî ya Wanê Fîgen Çolakoglû axivî û hestên piştevaniyê parve kir. Rêveberê navçeya Artemêtan ê DEM Partiyê Îlhan Hannarîncî jî wiha axivî: “Di vê pêvajoya zehmet de dewletê wek siyasî gelek êriş kirin lê belê tu encam bi dest nexist. Ji ber tu encam bi dest nexist, berê xwe da hevalên me yên li zindanan. Piştre berê xwe da partiya me û gelê me. Em di pêvajoya van êrişan de dayikên ku Nobeta Edaletê didomînin û têkoşerên zindanan pîroz dikin.”    AMED    Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 34’an de berdewam kir. Ji bilî malbatên girtiyan gelek kes tev li nobetê bûn. Welatiyan pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin.   Parlametera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya berê Meral Daniş Beştaş, Şaxa Sendîkaya Tenduristî û Kedkarên Xizmetên Civakî (SES) a Amedê, endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê hatin serdana çalakgerên nobeta edaletê.    Yasemîn Uçer a hatiye sedanê wiha axivî: “Heya tecrîd tê rakirin, heya daxwazên girtiyan pêk tên em ê neçin tu deran. Em ê heya dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Em bi diruşma “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê girtîgehan” li vir in û dê li vir bin.”    Di nobetên de stran hatin gotin, gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin û ser giringiya yekitiyê û girîngiya têkoşînê hate sekinîn.