Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê 2024-01-06 17:29:52   AMED - Girtî Ahmet Topkaya yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê di çalakiya greva birçîbûnê de ye diyar kir ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê li ber xwe dide û wiha got: “Di vê noxteyê de peywîra dikeve berê me ew e ku xwedî li wê berxwedanê were derketin û mezinkirin.    Ahmet Topkaya yê li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tê ragirtin bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Topkaya diyar kir ku ketina çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger û ew tecrîdsa li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qebûl nakin. Topkaya bi lêv kir ku girtiyan berpirsyartiya vê pêvajoyê girtiye ser xwe û bang li gel kir. Topkaya, bi lêv kir ku divê herkes li dijî tecrîdê dengê xwe derxîne û wiha go: “Em ê teqez ne elimin tecrîdê. Me duh jî tecrîd qebûl nekir em îro jî qebûl nakin. Îro tecrîda li Îmraliyê li dijî Serokatî tê kirin, li gelê kurd jî tê kirin. Gelê kurd zêdetirî 20 salan e ji bo gelê xwe û gelên bindest li Îmraliyê li ber xwe dide. Peywîra di vê noxteyê de dikeve berê me xwedî derketina berxwedanê û mezinkirina wê ye. Em dizanin ku dewleta dagirker hem li girtîgehan hem jî li derve êrişên xwe dideomîne. Em dikarin encax bi mezinkirina rêxistinkirina xwe vê zilmê û dagirkeriyê bişikînin.”   ‘BILA GELÊ ME HESAS NÊZÎK BIBE’    Topkaya, destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û pirsgirêka kurd re çareserî” de di greva birçîbûnê de ne û got: “Ev gerv dê veguherin asteke din nizanin lê em vê tecrîdê qebûl nakin û çi bedel hewce bike em ê bidin. Çawa ku hevalên me li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir tu fikarên me jî yên wisa nînin.” Topkaya yê banga hestiyariyê li herkesê kir ev peyam da: “Bila gelê me di vê mijarê de hesas be. Heke hesasiyet çênebe dê berxwedan mezintir bibe.”