Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin 2024-01-06 19:04:52   COLEMÊRG – Polîsan bi ser taxa Baglar a li navenda Colemêrgê de girt. Di dema avêtina ser malan de polîsan derî û paceyên malan şikandin.    Îro saet di navbera 16.00-17.00'an de polîsan bi hinceta "du kesên gumanbar hene" taxa Baglar a Colemêrgê dorpêç kirin. Bi sedan polîsên ku taxê dorpêç kirin, derî û paceyên malan şikandin û avêtin ser malan.    Welatiyan diyar kir ku polîsan di avêtin ser malan de derî û pace şikandine û eşyayên wan ên di jêrzemhatine şikandin û belawelakirin. Hat diyarkirin ku polîsan demeke dirêj nehiştiye kes têkeve taxê.    Her wiha hat dîtin ku deriyên du malan piştî hatin şikandin bi kelemçeyên plastîk hatine girtin. Hat ragihandin ku kes nehatiye binçavkirin û her du kesên wekî" gumnabra" jî hatine lansekirin, ji bo "agahiyê" gazî wan hatiye kirin ku îfadeyê bidin.