Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin 2024-01-06 21:33:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer yên Tirkiyeyê çend gundên devera Balekayetiyê bombebaran kirin.   Îro danê êvarî balafirên şer yên Tirkiyeyê çend gundên devera Balekayetiyê bombebaran kirin. Li gor nûçeya Rojnewsê, cihên hatine bombebarankirin, jîngeh bûne.    Der barê zirar û ziyanên canî û madî yên bombebaranê de heta niha tu agahiyên zelal bidest neketine.   Her wiah hat ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê gundên Çinêran û Kiran yên li devera Wertê û gundê Wesan yê Balekayetiyê yê girêdayî navçeya Çoman bi dijwarî bombebaran kirin. Deverên ku hatine bombebarankirin cihên avedanî ne û gundî lê dijîn.