ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-07 09:00:08   * Mûazzez Saglam a ku 8 sal in li Serêkaniyê ajokariya taksiyê dike, anî ziman ku ji bo dest ji karê xwe berde gelek caran rastî zextan hatiye û herî zêde jî jinan piştgiriya wê kiriye.    * Siyasetmedar Zeynep Olbecî ku di çarçoveya Doza Kobanê de tê darizandin, got: "Min û hevalên min ji bo rakirina tecrîdê û ji bo destpêkirina muzakereyan dest bi greva birçîbûnê kiriye."    * Perwerdekarê Ma Muzîkê Ferhat Ertaş diyar kir ku bi polîtîkayên bêbîrkirinê yên li ser kurdan tên meşandin asîmîlasyon kûrtir bûye û bang li kurdan kir ku li dijî vê xwedî li çanda xwe derkevin.   * Di çarçoveya hilbijartina xwecihî de ku DEM Partî wê wekî "Şahiya Demokrasiyê" bi nav dike, dê li Amedê pêşhilbijartin di navbera 14-15'ê Çileyê de bên lidarxistin.    * Jinên efrînî ku li Şehbayê dibin êrişên Tirkiye û ambargoya rejîma Şamê de dijîn, anîn ziman ku wê tu carî dest ji têkoşînê bernedin û gotin: "Êriş û ambargo çi qas berdewam dikin bila bikin, lê em dest ji berxwedana xwe bernadin û gavekê jî paş de navêjin."   * Bi pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê dê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de Nobeta Edaletê bê destpêkirin. (10.00)    * Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê hatiye destpêkirin dê bidome. (11.00-17.00)   *Piştevaniya Xwendekar a Azad a Dîcleyê dê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê panela “Bi Zanîngehên Azad-Serbixwe ber bi civaka demokratîk ve” panelê li dar bixe. (11.30)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê dê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari 4’emîn Kongreya Asayî li dar bixe. (12.00) ZINDΠ   * Deklarasyona “Em bibin dengê aştiyê” ku ji hêla gelek rewşenbîr, nivîskar û hunermendan ve hatiye îmzekirin, dê li Amed û Stenbolê bi daxuyaniyekê bê ragihandin. (12.00-14.00) ZINDÎ   * Rêxistina DEM Partiyê ya Antalyayê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan 1’emîn Kongreya Awarte li dar bixe. (13.00) ZINDÎ