Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir 2024-01-07 09:11:23   ENQERE - Siyasetmedar Zeynep Olbecî ku di çarçoveya Doza Kobanê de tê darizandin, got: "Min û hevalên min ji bo rakirina tecrîdê û ji bo destpêkirina muzakereyan dest bi greva birçîbûnê kiriye."    Siyasetmedar Zeynep Olbecî ku di çarçoveya Doza Kobanê de tê darizandin, di nameya xwe de bi rêya parêzerên xwe şand, wiha got ku ji sibê pê ve dê tevî hevalên xwe yên qawîşê daxilî greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya "Azadî ji Abdullah Ocalan, çareserî ji pirsgirêka kurd re" de hat destpêkirin bibin.    ‘EZ HATIM BIBIM PARÇEYEKE JIYANA BI RÛMET'   Nameya Olbeciyê wiha ye: “Merheba gelê kurd ê hêja, yên sosyalîst, demokrat, rewşenbîr, jin û ciwanên ji welatê xwe hez dikin, ez we bi dil û can, bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Ji kerema xwe wiha nefikirin ku ji ber ku ez mexdûr im vê silavê didim. Wekî jineke ku 3 sal in di Doza Kobanê de tê darizandin, ez hatim ku bibim parçeyek ji têkoşîna bi rûmet a aştiyê, xwe bigihînim we û daxilî têkoşîna we ya ji bo jiyaneke demokratîk, wekhev û azad bibim.   JI BO BERJEWENDIYÊN HIN KESAN...   Me saleke dijwar, sala 2023’yan li pey xwe hişt. Sala 2023’yan yek ji wan salan bû ku ji bo bejewendiyên hin kesan di şer d ehat israrkirin. Ên statukoparêz, ên şerxwaz, ji çareserkirina meseleya kurd tenê qirkirinê fêm kirin. Lê maseya muzakereyê ya di sala 2013’an de hat avakirin nîşanî me da ku çareseriya pirsgirêka kurd bi axaftinê, bê çek û bi siyasetê pêkan e. Ji bo aştî, jiyana birûmet û yekîtiyê bedelên mezin hatin dayîn. Lê di sala 2015’an de ji bo berjewendiyên yekalî, siyasî û aborî maseya muzakereyê ji bo berjewendiya statukoparêz û şerxwazan hat xerakirin.   BIVÊ NEVÊYA AŞTIYÊ RAKIRINA TECRÎDÊ YE   Girtiyên siyasî yên kurd ku ez jî di nav de, di wê baweriyê de ne ku ji bo ew pêvajo car din dest pê bike ji nû ve dest pê bike îşaret bi rola birêz Abdullah Ocalan, rakirina tecrîda li ser wî û hevdîtina parêzeran ûmalbataê ya bi wî re dixın. Ev ji bo aştiyê esas e. Em gelê kurd û jinên kurd; Me ji vê yekê bawer kirıye û ji bo aştî mayînde bibe me aştıyö xist navenda têkoşîna xwe. Di 27’ê Mijdara 2023’yan de weki girtiyên kurd di grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de, rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan û ji nû ve avakirina maseya muzakereyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derketin pêş.   Em bang li raya giştî dikin ku li gorî van daxwazan têkoşîna jiyana demokratîk û azad berfireh bikin. Ji ber ku çavkaniya hemû xerabiyên ku em bi wan re rû bi rû dimînin, israrkirina di şerê li dijî jiyana azad û wekhev û neteweya demokratîk de ye.   Komkujiyên jin û zarokan, destavêtin, birçîbûn û perîşaniya ku civak pê re rû bi rû maye, herikîna çete û baronên tiryakê ya ji çar aliyên cîhanê ber bi welêt ve; ji ber ku mirov siberoja xwe nabînin li çar aliyên cîhanê belav bûne... sedema van ev xirabiya rêxistinkirî ye. Em ne mecbûr in ku di in banê vê rçêveberiya xirab a rêxistinkirî de bijîn.    JI BO TECRÎD BI DAWÎ BIBE EM KETIN GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Min û hevalên xwe ji bo tecrîd bi dawî bibe û muzakere dest pê bikin ketin greva birçîbûnê. Ez bang li raya giştî ya demokratîk dikim ku ji bo pêkanîna van mafên me yên rewa û mafdar bi awayekî xurt têbikoşin. Ez we hemûyan bi hêviya ku dê di nêz de aştiyeke birûmet were vê xakê bi hezkirin û rêzgirî hemêz dikim."