Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin 2024-01-07 09:29:25   RIHA - Jinên efrînî ku li Şehbayê dibin êrişên Tirkiye û ambargoya rejîma Şamê de dijîn, anîn ziman ku wê tu carî dest ji têkoşînê bernedin û gotin: "Êriş û ambargo çi qas berdewam dikin bila bikin, lê em dest ji berxwedana xwe bernadin û gavekê jî paş de navêjin."   Ji sala 2011'an heya niha, ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye heya niha bi hezaraan mirov jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan kes bûn penaber. Warê ku tu carî şer lê derneketî Efrîn, ji bo hemû peneberan bû wargeheke ewlehiyê. Bajarê ku wekî cihê aramiyê dihat nasîn bi hêza xwe û paradîgmaya neteweya demokratîk her roj pêş ket. Ev jîyana aram û demokratîk di serî de Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê û bi giştî gelek kesên ku aramiyê naxwazin tirsand. Di 20'ê Çileya 2018'an de Tirkiye û hevkarê wê dest bi êrişan kirin. Piştî di êrişan de 300 kes jiyana xwe ji dest dan û 400 hezar kes koçber bûn, koçî bajarên Şehbayê kirin. Lê êrişên dewleta Tirkiyeyê û ambargoya rejîma Şamê yên li ser jiyana penaberan ên li kampan didome. Ji ber ambargoya rejîma Şamê ku her roj zêdetir dibe li herêmê gelek pêdivî bi dest nakevin.    Yên ku ji êriş û ambargoyê herî zêde bandor dibin qada tenduristiyê  ye. Li herêmê bi hezaran mirov hene, lê li hemberî vê tenê nexweşxaneya Avrîn heye. Ji ber ku li herêmê ceyran tu neye û mazot bi dest nakeve gelek beşên nexweşxaneyê betal in. Li herêmê ji bo dermankirinê derman bi dest nakevin.    Li hemberî hemû êriş û ambargoyê jî koçberên Efrînê û gelê Şehbayê li ber xwe didin, di nava hemû astengîyan de jiyana nû gav bi gav ava dikin. Di vê berxwedaniyê de pêşeng jin in. Jinên bi navê Fîdan Mihamed Osman û Zeynep Mihamed e ku li kampa Serdemê dijîn berxwedanîya xwe û êrişî li herêmê nirxandin.    'EM GAVEKÎ JÎ PAŞVE NAVÊJIN'    Fîdan Mihamed Osmanê anî ziman ku 6 sal berê ji Efrînê koçî Şehba kiriye û wiha berdewam kir: "Em hewl didin ku dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Tu kes me nabîne? Tu kes naxwaze mafê kurdan nas bike. Kurd dixwazin mîna mirovan bijîn." Fîdan Mihamed Osmanê bal kişand ku 6 sal in êrişên dewleta Tirkiye bênavber didomin û got: "Li hemberî vê rejîma Şamê ambargo danîye ser herêmê. Ceyrana me tuneye. Rêyên ku tên Şehbayê hemû hatine kurtkirin. Di hêla tenduristiyê de jî derfet kêm in. Hemû kes nexweş e. Dibin van şert û mercên giran de ev 7 sal im em dijîn. Lê çi qas berdewam bike bila bike em dest ji berxwedana xwe bernadin. Em ê bi têkoşînê bigihên mafên xwe. Em destûr nadin Lozana nû. Em kurd in û em vê yekê tu carî înkar nakin. Em dibin êrişan de ketin salak nû de. Herroj êrîş berdewam dikin."   'BILA HEMÛ KES RABE SER PÊYAN'    Fîdan Mihamed Osmanê got ku di kampê de di konan de dijîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Zivistanê zehmetî zêde dibin. Niha pir serma ye. Dema havînî jî pir germ dibe. Em di konan de jî bimînin tu hêz nikare îradeya me bişkîne." Fîdan Mihamed Osmanê bibîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 25 sala dibin tecrîdeke giran da ye û got: "Ev 3 sal in em agahî nagirin. Birêz Ocalan mafê hemû mirovan diparêze, çima îro tu kes mafê wî naparêze? Divê hemû kes li hemberî vê yekê rabin pêyan. Ku şert û mercên me çi dibin bila bibin em ê her dem azadiya birêz Ocalan bixwazin. Çi ji me bê xwestin em ê bikin. Tu kes nikare gavekî jî bi me paş de bide avêtin. Em her roj di vê oxirê de şehîdan didin. Dewletê ku me nabînim û nabihîzin bila baş bizanibin ku em tu carî teslîm nabin. Em ê bigihêjin mafê xwe. Hêviyê me ji her demê zêdetir e."    'EM Ê BI SER BIKEVIN'    Fîdan Mihamed Osmanê anî ziman ku mifteya çareseriyê di destê Abdullah Ocalan de ya û  wiha dawî li axaftina xwe anî: "Kesê ku dixwazin dawî li şer bînin bila herin Îmraliyê. Ku birêz Ocalan azad nebe Kurdistan azad nabe. Dema li Ukrayna şer derket hemû cîhanê berê xwe da wir û bertekên xwe nîşan dan. Lê li Efrînê 6 salan şer heye nabînim, nabihîzin. Mafê gelên Efrînê ê jiyane tune ye qey? Bila hemû kes zanibe em 6 sal in li berxwe didin û em ê li ber xwe bidin. An serkeftin an serkeftin. "   'EM PAŞV DE GAV NAVÊJIN'    Zeynep Mihamed a ku li heman kampê dimîne jî anî ziman ku gelek zehmetiya dikişînin û wiha got: "Gelek zehmetiyên kampê hene. Em heroj bi êrişan re rû bi rû dimînin. Tirkî bênavber êrişên xwe berdewam dike. Li kampê demsala zivistanê şert û merc zehmettir dibin." Zeynep Mihamedê bal kişand ser tunebûna dermanan û got: "Zarokê me nexweş dikevin derman tune ne. Ji ber derman nîn in zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Gelek zehmetî hene lê li hemberî vê jî berxwedanak heye. Kesên li kampê dijîn îradeyeke wan xurt heye. Em vê hêzê jî ji felsefeya Serok Apo digirin. Em tu carî li hemberî êrişan gavekî ji paşve navêjin. Em ê heroj rêxistina xwe mezin bikin. Em ji êrîşên dijmin natirsin."   'EM DIXWAZIN VEGERIN EFRÎNÊ'    Zeynep Mihamedê di dawiyê de wiha got: "Xwestekên me xwestekên mirovahiyê ne. Em dixwazin vegerin Efrînê. Em nizanin wê çi qas berdewam bike lê em ê vegerin. Kurd neteweyek in û wê bigihêjin mafên xwe."   MA / Emrûllah Acar