Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e 2024-01-07 10:38:30   AMED - Fahriye Çukur ku keça wê Rozerîn a 16 salî di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hate qetilkirin, diyar kir ku kenê keça wê tu carî ji bîra wê naçe û wiha got: “Bi qasî ku sax bim dê her tim mafdariya keça xwe biparêzim û dev ji doza wê bernedim.”    Di navbera 2015-2016’an de li Sûr a Amedê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin û bi ser re demekî dirêj derbas bû. Lê hêj jî bûyerên di wê pêvajoyê de qewimîn di bîra xelkê bajar de mîna roja ewil in. Dema qala qedexeya derketina derve ya li Sûrê tê kirin, yek ji kesa ji ewil tê bîra her kesî jî Rozerîn Çukur e. Çukur, hêj 16 salî bû ku di 8’ê çileya 2016’an de ji hêla segvanan ve hate qetilkirin. Ji ber ku cenazeyê Çukur nehat dayîn, gora ji bo cenazeyî hatibû kolandin 4 mehan vala ma.    Ji bo darizandina faîlên Çukur serlêdana sûc hate kirin lê ev serlêdan bi biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” hate girtin. Serlêdana ji bo dadgeha jor hatiye kirin jî hate redkirin. Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ku piştgiriya hiqûqî dide malbata Çukur, bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê” di 18’ê mijdara 2020’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AM) da. AYM’ê jî ji ber serlêdanê, têkildarî “binpêkirina mafê jiyanê” ji Wezareta Dadê nêrîn xwest.    Wezaretê, di 12’ê kanûna 2022’yan de nêrîna xwe parve kir û îdia kir ku Rozerîn Çukur “endama rêxistinê ye.” Bi ser re demekî dirêj derbas bû lê hêj jî AYM’ê biryara dawî nedaye.     'KENÊ WÊ JI BÎRA MIN NAÇE’   Dayika Çukur, Fahriye Çukur diyar kir ku bi ser qetilkirina keça wê re 8 sal derbas bûne lê hêj jî êşa wan mîna roja ewil e. Bi domdarî Çukur got ku keça wê tevî xeyalên xwe yên zaroktiyê hatiye qetilkirin. Dayik Çukur, da zanîn ku keça wê ji kişandina wêneyan gelek hez dikir û wiha pê de çû: “Ji kişandina wêneyên xwezayê pir hez dikir. Ji ber vê hezkirina wê, min ew li qursa wênekêşiyê qeyd kir. Ji xwendinê gelek hez dikir.”    Bi domdarî Çukur got “kenê wê ji bîra min naçe” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek xeyalên keça min hebû ku sûdekî bigihîne civakê. Min dil nedida ku karekî bi wê bidim kirin. Dixwest bixwîne û bibe parêzer. Lê piştre got; ‘Heke bibim parêzer ez ê beramberî pereyan mirovan biparêzim û weke ku mafdar bin nîşan bidim. Ez ji neheqiyê hez nakim. Dê bibim derûnnas. Dixwazim ji gelê xwe re bibim alîkar. Dixwazim mirûzê wan xweş bikim.’ Temenê wê biçûk bû lê mîna mirovên kamil diaxivî.”    'GORA WÊ 4 MEHAN VALA MA’   Di berdewamê de Çukur bi lêv kir ku gora ji bo cenazeyê keça xwe kolandibûn 4 mehan vala ma û wiha derbirî. “Keça min di zivistanê de hate kuştin û li erdê berf hebû. Gora wê hate kolandin û ji ber ku cenaze li holê xuya nedikir, gora wê me bi naylonê girt. 4 mehan wiha vala ma. Ji bo wergirtina cenazeyan me 20 rojan greva birçîbûnê li dar xist. Du cenaze li derve mabûn û me karî wan bigirin. Lewma me çalakî bi dawî kir. Ji meha nîsanê ve dest bi dayîna cenazeyan kirin. Me cenazeyê Rozerînê karî di mehên havînê de bigirin. Tenê hestî jê mabûn.”    Çukur, got ku êşa wan kişandî nayê vegotin û wiha axivî: “Tenê yên dijîn dizanin. Em xelkê vê xakê ne. Zarokên me li kolanên lê ji dayik bûne, lê mezinbûna hatin kuştin. Ev zilm e. Cenazeyên zarokên me bi hefteyan li naverasta kolanan man. Hin cenaze bi salan nehatin dayîn. Hêj jî li Sûrê 7 cenaze hene. Li dijî gotinên wezareta karên hundir ên têkildarî keça min, ez ê her tim mafdariya keça xwe biparêzim. Di destê keça min de çek tune bû. Xwendekara pola dawî ya dibistana amadehî bû. Di destê wê de çente, lênûs û pênûs hebûn. Tiştekî din tune bû. Heta ku sax bim dê dev ji doza keça xwe bernedim. Ez ê hesaba keça xwe bipirsim.”    PARÊZER ZEYTÛN: MAFÊ JIYANÊ YÊ 300 SIVÎLAN HATIN BINPÊKIRIN    Parêzerê ÎHD’î Abdullah Zeytûn ku pêvajoya dozê dişopîne jî got ku biryarên neşopandinê encama nêrîna ewlehîperestiyê ye û ev tişt anî ziman: “Di dema qedexeya derketina kolanan de herî kêm mafê jiyanê yê 300 kesan hate binpêkirin. Lê têkildarî van kuştinan tu kirariyeke hiqûqî nehat kirin. Lewma ji bo hemû sivîlên li Sûr û deverên din hatin qetilkirin, îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate kirin. Polîtîkayeke hiqûqê ya ku van kuştinan rewa dike heye. Di doza herî dawî ya Helîn Hasret Şen de tevî dîmenên kamerayan û îfadeyên şahidan jî têkildarî endamên hêzên ewlekariyê de ji ber ‘bi teqezayî bûne sedema mirinê’ ceza dan. Gelo ma delîlek êdî çiqas eşkere û şênber dibe?”    Zeytûn, daxuyand ku nikarin biryarên darazê yên li Tirkiyeyê ji polîtîkayên ewlehîperestiyê cuda bigirin dest û axaftina xwe wiha qedand: “Rastiya necezakirinê ya di mirina Rozerînê de jî encama nêzikatiya necezakirinê ye. Ji berê ve di mijara bicihanîna pîvanên hiqûqa navneteweyî û înfazkkirina biryarên binpêkirinê de tu pêşketin nînin. Berevajî vê, biryarên binpêkirinê yên li DMME’yê didomin û prosedûrên binpêkirinê yên Komîteya Wezîran a Ewropayê yên li dijî Tirkiyeyê hene. Bêguman krîza edaletê bi tena serê xwe ji hêla dadgeran ve nehatiye afirandin. Lê dikarin li cem edaletê cih bigirtina.”    MA / Mehmet Guleş