Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir 2024-01-07 12:06:31   WAN - Cezayê îdamê ku rejîma Îranê dabû 4 girtiyên kurd, hat erêkirin.    Girtiyên kurd ên bi navên Muhsîn Mazlum, Mihemed Faramerzî, Wafa Azerbar û Pêjman 6 meh berê li Îranê hatibûn girtin û cezayê îdamê lê hatibû birîn. Cezayê îdamê ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Girtiyên kurd bi îdiaya “Hevkariyê bi Îsraîlê re dikin” tên tawanbarkirin. Hat zanîn ku destûr nayê dayîn ku girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.